
Berpirsekî TEV-DEMê yê ji Bakurê Kurdistanê wefat…
Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku yek ji berpirsê wê yê bi navê Dara Suleyman Îke (Jêhat Pîro) ji ber nexweşiyê wefat kir.
TEV-DEMê eşkere kir ku Dara Suleyman Îke ku bi salan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girtibû ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Dara Suleyman Îke ji malbateke Kurd û welatparêz a Gevera Bakurê Kurdistanê ye û sala 1992yan tevlî PKKyê bûye.
TEV-DEMê di berdewamiyê jî de got,”Şehîd Jêhat li gelek deverên Kurdistanê bêyî dudilî xebatên îdeolojî, leşkerî û fikirî meşandiye û di hemû xebatên xwe de serkeftinên mezin bi dest xistine.”
Di beşekî din ê daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îke piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û li wir tevlî xebatên sivîl bûye.
TEV- DEMê got, “Têkoşer Jêhat bi ruhê xwe yê neteweyî û kesayeta xwe ya şoreşgerî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Tevî aloziyên tenduristî, hedef û armanca wî pêşkêşkirina alîkariyê bû ji bo gelê Kurd di li vî parçeya Kurdistanê.”
TEV-DEMê her wiha diyar kir ku Jêhat Pîro Rojavayê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina qada civakî birêve biriye û heta nefesa xwe ya dawî xebatên xwe domandiye.
Li gorî daxuyaniyê Jêhat Pîro 15 Kanûna Pêşîn 2024an ji ber nexweşiyê wefat kiriye.
TEV- DEMê di dawiya daxuyaniyê jî de wiha got:”Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), soz didin Şehîd Jêhat û hemû şehîdên Kurdistanê ku em dê şopdarê rêya wan bin û di pratîka xwe de xwestekên wan pêk bînin.”