Bertek Ser Vekişîna ENKS’ê ji Îtîlafa Sûrî
Doh Înê 7’ê Sibatê, Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENSK),vekişîna xwe ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikeberiya Sûriyê (ÎtÎlaf)ê ragihand.
Birîyara ENKS di civîna wê ya giştî de li Qamişlo hat ragihandin.
Li gorî ENKS bi ketina Beşar Esed re, armanca Îtîlafê pêkhat, îcar berdewamîya di nava Îtîlafê de ji bo ENKS sedema wê nema.
Endamê serokatîya ENKS Nimet Dawid ji Dengê Amerîka re ev yek tekez kir.
Dawid got, “Sedema hebûna Îtîlafê bi ketina rêjîma Esed re nema, ji bo wê jî ENKS ev gava vekişînê avêt.”.
Dengê Amerîka bi rêka nameyek elektronî (Gmail) hewl da ku nerîna Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikeberiya Sûriyê (ÎtÎlaf)ê derbarê birîyara ENSK bigre, lê bersiv nedan.
Hin dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Îtîlafê ser birîryara vekişîna ENKS gotin ku ev yek ji ber fişara Hêzên Sûrîya Demoqratîk ve hat. Anku mebesta wan ku ev birîyar ji ber ku mercek Partîya Yekîtîya Demoqratîk PYD ye da ku dîyaloga bi ENKS re berdewam bike.
Hebûna ENKS di nava hêzên oposizîyona Sûrîyê de di çarçoveya ÎtÎlafê de , berdewam cihê nakokîyê bû li gel Partîyên Yektîya Nîştîmanî ya kurdî PYNK, ku dibû kelem pêş dîyaloga navxweyî di navbera herdû alîyan de.
Birêz Dawid red kir ku birîyara vekişîna wan ji ÎtÎlafê têkilîya wê bi piroja dîyaloga navxweyî ve hebe.
Wî got, “Na, têkilîya vekişandina ji Îtîlafê û dîyaloga bi PYNK re tune, dîyalog wê berdewam bike”.
Partîyên di nava rêveberîya xweser de heya niha derbarê birîyara ENKS daxuyanî ne dane.
Lê Telal Mihemed, serokê Partîya Aştîya Demoqratîk li Sûrîyê ku beşek ji PYNK ye û di nava Rêveberîya Xweser de ye, ji Dengê Amerîka re got hebûna ENKS di nava Îtîlafê de cihê nakokîyê bû.
“Bi hêvî ne ku ev bibe alîkar ku kurd bi yek şandê berê xwe bidin Dîmeşeqê,” Mihemed got.
Çavdêr bawer dikin ku ENSK bi vê gavê dixwazin xwe nêzîkî desthilatdarên nû li Dîmeşeqê bikin.
Rojamevan Kawa Edhem dibêje ku ev gav wê bandora wê li dîyaloga navxweyî ya bi PYNK jî re hebe.
“Ev gav dê ji bo avakirina yek şanda kurdî ji bo dîyaoga bi Dîmeşqê re alîkar be,” rojnamevan Edhem got.
Ketina rêjîma Eesed li Sûrîyê û hatin desthilatdarên nû li Dîmeşeqê nexşeya hevgirtinên sîyasî li seranserî Sûrîyê tên guhertin.
Kolana kurdên Sûrîyê ji vê gava ENSK ê razî ye.
Delal Ehmed xwendekara zanîngeha Rojava dibêje wê ENKS ji bandora Tirkîyê dûrxîne.
“Bi vê birîyarê wê ENKS vegere cihê xwe yê normal di nava tevgera kurdî de,” Ehmed got.
Piştî çend mehan ji serhildana gelê Sûrîyê dijî rêjîma Eesed, di cotemha 2011 an de 11 partîyên kurdî li Qamişloyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê avakirin.
Mijdara 2013 an ENKS derbasî Îtîtlafa Sûrîyê bû.
Piştî 11 salan ji karê di nava hêzên oposizyonê de ENKS piştî ketina Rêjîma Esed di roja Înê 7 sibata 2025an xwe ji Îtîlafê vekişand.