Nuçe

Bi alayên Kurdistanê û meşaleyan li Farqînê…

Tevgera Vejînê ya Kurdistanê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Cejna Newrozê pîroz kir.

Birêvebir û endamên Tevgera Vejînê ya Kurdistanê li navçeya Farqînê ya Amedê kom bûn.

Wan li ser Pira Malabadê ya dîrokî çalakiyek li dar xist û Cejna Newrozê pîroz kir.

Alayên Kurdistanê hildan

Beşdarên çalakiyê di pîrozbahiyê de alayên Kurdistanê hildan.

Kesên ku beşdarî çalakiya Newrozê bûn, bi meşaleyan meşek pêk anî û dîmenên xweşik derxistin holê.

Beşdaran bi hev re govend gerand û bi kelecaneke mezin Cejna Newrozê pîroz kir.

Foto: Rûdaw



Source link