Nuçe

Bi fermana Serok Barzanî hemû tîmên Hewlêrê dê li…

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, hemû tîmên parastina sivîlan û balafirên hawarçûnê yên li Hewlêrê dê li termê Avesta Yûsifê bigerin.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, bi armanca bihêzkirina hewlên dîtina termê Avesta Yûsifê, Mela Mistefa Mesûd Barzanî telefonî Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kiriye.

Hat ragihandin ku Serok Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê raspart ku tîmên parastina sivîlan û tîma balafirên hawarçûnê ya bajarê Hewlêrê ji Bêxmeyê heta navçeya Xebatê bên erkdarkirin û ji bo dîtina termê Avesta Yûsifê hewl bên bihêzkirin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê de hat gotin, Serok Barzanî spasî û destxweşî li hemû tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku çend roj in hewl didin termê Avesta Yûsifê bibînin.

Her wiha Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Xebatên lêgerîna termê Avesta Yûsifê nêzîkî 5 rojan e berdewam e.

Îro tîmên me ji saet 05:30an heta 20:00an di lêgerînê de berdewam bûn.”

Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd anî ziman:

“Îro 24 tîmên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê ku 120 karmendên ewlehiyê û birêvebiriya me berdewam bûn di lêgerînê de lê heta niha term nehatiye dîtin.”

Avesta Yûsif Berzinciya 27 salî şêniya Hewlêrê bû û saet 09:50ê roja 5ê Nîsanê dema ku bi malbata xwe re çû devera Mêrgesorê xwestiye li kêleka Çemê Tengatorê wêneyan bigire lê lingê wê şemitiye û ketiye avê.



Source link