Bi lingekî barê giran hildigire: Çîroka Xoşnaw…
Hewlêr (Rûdaw) – Xoşnaw Ebdulrezaq, ciwanekî 25 salî yê astengdar e li Hewlêrê ku bi lingekî neçar e karton û qutiyên vala kom bike da ku debara jiyana malbata xwe ya pênc kesî bike.
Ew rojane kêmtirî 5 hezar dînarî qezenc dike lê divê mehane 200 hezar dînar kirêya xaniyê xwe bide.
Xoşnawê ku bavê sê zarokên biçûk e, îro beşdarî bernameya “Berpirsyariya Remezanê” ya Rûdawê bû ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike.
Xoşnaw di bernameyê de behsa çîroka xwe ya dilsoj kir û got ku ji ber xizaniyê neçar maye darşeqê (darê ji bo birêveçûnê) xwe bi 6 hezar dînarî bifiroşe da ku ji zarokê xwe re şîr bikire.
“Min darşeqê xwe firot”
Xoşnaw got, “Min du hefte berê darşeqê xwe firot ku min bi 41 hezar dînarî kirîbû. Niha karkirin ji bo min zehmettir bûye lê ez neçar bûm.”
Ev malbat li Taxa Hesaroka 5an di xaniyekî kirê de dijî ku wekî ew bi xwe dibêjin “sar e û dilop dike.”
“Car heye 3 rojan em birçî dimînin”
Hevjîna Xoşnaw Zehra Şaxewanê jî di bernameyê de behsa rewşa xwe kir û da zanîn ku ji ber xizaniyê rojane tenê danekî dixwin û gelek caran zarokên wan ji birçîna digirîn.
Zehrayê got, “Car heye 3 rojan me tiştek nedît ku em bixwin.”
Ji ber astengiyê heta niha nasname û karta niştimanî ji bo zarokan nehatine derxistin.
Xêrxwaz bi hawara wan ve çûn
Piştî ku çîroka Xoşnaw û malbata wî li ser ekrana Rûdawê hat weşandin, gelek xêrxwazan pêwendî bi bernameya Berpirsyariya Remezanê re kir û amadehiya xwe ji bo alîkariyê nîşan da.
Xêrxwazekî soz da ku kirêya şeş mehan a xênî bide, şîrê şeş mehan ji bo zarokan dabîn bike û lingekî protez (destkird) ji bo Xoşnaw çêbike.
Xêrxwazekî din jî ragihand, “Ez dê şîr,cil û çi pêwîst be ji wan re dabîn bikim.”
Xoşnaw rojane bi lingekî û bê darşeq li kolan û cadeyên bajêr 3-4 kîlo qutiyan kom dike, li ser milê xwe hildigire û kîloya wê bi hezar û 250 dînarî difiroşe.
Ev pere têra qutiyeke şîrê zarokên wî nake.
Xoşnaw got, “Tenê daxwaza min ew e ku ez zarokên xwe di bin çar dîwarên ‘xaniyê xwe’ de bibînim.”
