Nuçe

Çavdêrên Kurd Dibêjin Destûra Nû ya Sûriyê Mafên Kurdan Nas Nake

Danezana Destûrî ku ji alîyê rêvebirîya veguhêz ya Sûrîyê ve du roj berê hatibû ragihandin, gelek bertekên nerazîbûnê derxistine holê.

Hin çavdêrên Kurd dîyar dikin ku ragihandina vê danezana destûrî yekalî ye û nûnertîya hemû pêkhateyên Sûrîyê nake.

Lêkolerê li Navenda Ferat ya Lêkolînan Welîd Çolî dibêje ku ev danezana destûrî ne li gor hêvîyên gelek Sûrîyan bû ku metirsîyan peyda dike û rêyên çareserîyê teng dike.

Çolî bawer dike ku rêvebirîya li Şamê sûd ji bêdengîya navherêmî û navdewletî girtiye jibo çespandina desthilata xwe.

“Tiştekî Kurdan, ne yê pêkhateyan û ne jî yê civala sivîl û sekuler di vê danezanê de tuneye, loma ya pêwîst ew e ku ev alî bi hev re berê xwe bidin kongireyeke taybet, ew dikarin di vê kongireyê de helwesta xwe nîşan bidin ku ew ne têkildarî kiryarên ku ji Şamê derdikevin in”, Çolî got.

Herwiha mafzan û çalakvana sivîl Necah Hovak balê dikşîne li ser hin madeyên danezana destûrî, weke navê dewletê ku Komara Erebî ya Sûrî ye û çavkanîya yasadanînê ku feqiha Îslamî ye, ku ev made pêkhateyên netewî û olî paşguh dikin û dibin sedema zordarîya li dijî jinê jî.

Hovak herwiha destnîşankirina dema qonaxa veguhêz jî rexne dike ku 5 sal in û wiha di axaftina xwe de berdewam dike.

“Bi vê danezanê hemû desthilatdarî di destê serokomar de ye, ev yek jî li dijî demokrasîyê ye û tê wateya ku rengê dewletê navendî ye û ewê zordest be. Gelê Sûrîyê bi şoreşa xwe rabû da ku rengê dewletê nenavendî be neku her desthilatdarî di destê serokomar de be û li Dimeşqê be”.

Ji alîyê xwe ve rojnamevan Heybar Osman dide zanîn ku ti danpêdan bi hebûna Kurdan weke neteweya duyem li Sûrîyê di vê danezana destûrî de tuneye.
Osman dibîne ku derxistina danezana destûrî bi vê rengê han vajîbûne li dijî peymana ku di navbera Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û serokê demkî Ahmed El-Şera de hatiye îmze kirin.

“Li ser asta navxweyî tê xwestin ku navmala Kurdî were rêxistin kirin, herwiha partîyên Kurdî li Sûrîyê gotara xwe ya sîyasî bikin yek. Li ser asta niştimanî jî tê xwestin ku bereyeke niştimanî demokrat berfireh ji hemû pêkhate û kêmanîyan were avakirin, çi Kurd, Ereb, Siryan, Êzîdî, Durzî û Elwî, li dijî kiryarên Hikûmeta Şamê”, Osman got.

Cîhê bîrxistinê ye ku, her yek ji Xweserîya Demokratîk ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û Encumena Nişrimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS), bi daxuyanîyên cuda nerazîbûna xwe ji danezana destûrî ku serokê demkî yê qonaxa veguhêz li Sûrîyê Ehmed El-Şera derxistiye, ragihandine.

Source link