Nuçe

Cenazeyê leşkerê ku li Zapê hatibû kuştin piştî 3…

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan termê leşkerekî xwe yê ku 2022yan di çalakiyeke gerîlayên PKKyê de li Zapê hatibû kuştin dîtiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn ku wan termê leşkerê xwe yê bi navê Nurettên Tokyurek piştî derdora sê salan li herêma operasyona Pençe Kilîdê dîtiye.

Nurettîn Tokyurek çawîşekî pispor bûye û ji parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Wezaretê ragihand ku ew gihîştine termê leşkerê navborî ku 7ê Tîrmeha 2022yan di operasyêneke li ser şkefteke ku gerîlayên PKKyê lê diman de hatiye kuştin û tevî hamû xebatên lêgerînê wê demê nehatiye dîtin.



Source link