Cengîz Çandar: Nîşane hene ku PKK dê banga Ocalan…
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Amaje pê tê kirin ku berpirsên PKKyê dê banga Ocalan bipejirînin.”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê biajo.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum dê bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar doh di çarçoweya Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de beşdarî panelekê bû.
Cengîz Çandar îro jî pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Mihemed Îzedîn bersivandin.
Demên dawiyê “çekdanîn” û “banga Ocalan” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê du rojevên sereke ne.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro jî li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Heyet dê saet 17:00an li Stenbolê daxuyaniyeke berfireh bide raya giştî.
“Bang dê hêviyê bide hemû aliyan”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Çengîz Çandar daxuyand ku raya giştî li banga Ocalan e da ku dawî li şer were û got:
“Li gorî daxuyaniyên wan, nîşane ber bi wê ve diçin ku PKK û Qendîl dê banga Abdullah Ocalan bipejirînin.
Naveroka bangê ji ronkirinê û ragihandinê cuda û berfirehtir e. Bang wekî tê hêvîkirin dê hêviyê bide hemû aliyan.”
Çandar amaje bi wê kir ku nîşane ber bi wê ve diçin ku berpirsên PKKyê dê banga Abdullah Ocalan qebûl bikin û got, “Daxuyaniyên wan vê yekê ji me re dibêjin, ew dê pê ve pêbend bin.”
“Divê em gava yekem derbas bikin”
Yek ji wan pirsên ku tê nîqaşkirin jî pirsa “Piştî çekdanînê, dê çi biqewime û dê çi bi PKKyê were?” ye.
Cengîz Çandar li ser vê wiha got, “Ji bo axaftina li ser van hûrgiliyan, divê em gava yekem derbas bikin.
Piştî derbasbûna gava yekem, dewlet nikare bibêje, êdî karê min bi dawî bû. Na, karê te aniha dest pê dike.”
Pêyaman girîng ên ji hevpeyvîna bi Parlamenterê DEM Partî Cengîz Çandar re derketine pêş ev in:
- Pêvajoya aştiyê bi paş ve nakişe û êdî di qonaxa dawî de ye
- Banga Abdullah Ocalan dê ji ronîkirin û ragihandinê cûdatir û berfirehtir e
- Dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ji bo bidawîanîna li têkoşîna çekdarîli benda bangê ye
- Banga Abdullah Ocalan dê ji bo wê be ku doza Kurd bêtir bi pêş ve biçe
- Banga Ocalan dê ji bo wê be ku mafên Kurdan pêk were û bi vî awayî êdî hewceyî bi bikaranîna çekan namîne
- PKK û Qendîl pêşwaziyê li banga Abdullah Ocalan dikin
- Daxuyaniyên berpirsên Qendîlê vê yekê ji me re dibêjin ku ew dê pabendî biryarê bin
- Serok Nêçîrvan Barzanî bi zimanekî axivîku hêviya me zêde bû
- Hemû Kurd li benda vê aştiyê ne û bi banga Abdullah Ocalan PKK jî dawiyê li têkoşîna çekdarî tîne
- Gelek mijar hene ku piştî danîna çekan ji aliyê PKK ve li ser gotûbêj bê kirin
- Divê xwendina bi zimanê dayikê, fermîkirina zimanê Kurdî û guherîna pênaseya hemwelatîbûnê di destûrê de werin gotûbêjkirin
- Berpirsên Tirkiyeyê dibêjin bêyî danîna çekan ti tişt nayê kirin
- Li Tirkiyeyê rêz ji hilbijartinan nayê girtin û di vê demê de qeyûm li şaredariyan hatine danîn
- Kurd xwe wekî hemwelatiyekî Tirkiyeyê nabînin
- Li Tirkiyeyê rewşek neteweperest a dijî Kurdan heye
- Nabê rewşa dijî Kurdan hebe û pêwîst e ev rewş bê guherîn
- PYD û ENKS ji bo gotûbêjkirinê li gel Şamê difikirin şandeyekê ava bikin