Nuçe

Ciwanê ku birûskê lê da mir: Laşê wî şewitî

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pêncwînê ya parêzgeha Silêmaniyê ciwanê 17 salî yê bi navê Sehend Salih Ezîz bi lêdana birûskê mir.

Wî bijîşkê ku li ser termê wî lêkolîn kiriye got ku ji sedî 30ê laşê wî ji ber birûkês şewitiye.

Qeymeqamê navçeya Pêncwînê Hêmin Îbrahîm li ser mijarê Rûdawê re axivî.

Hêmin Îbrahîm got, “Bûyer sibê li sînorê gundê Wiryawayê ya Pêncwînê qewimiye.”

Birêvebirê Tenduristiyê yê Pêncwînê Dr. Xalid Ebdulla ji Rûdawê re got, “Term nêzî saet 10:00ê sibê hat nexweşxaneyê û rêkarên yasayî û bijîşkî jê re hatin kirin.”

Dr. Xalidê ku bi xwe li ser term lêkolîn kiriye got, “Ji ber birûskê ji sedî 30ê laşê ciwan şewitiye, ji ber heman sedemê dilê wî jî rawestiyaye.”

Sehend Salih niştecihê navçeya Pêncwînê bû û ji bo karûbarên çandiniyê û ajeldariyê çûbû gundê Wiryawayê ya Pêncwînê.



Source link