
Cotkarên Sergeranê: Artêşê 30 hezar donim zevî…
Hewlêr (Rûdaw) – Pirsgirêkên cotkarên pênc gundên nahiyeya Sergeranê ya Kekûkê berdewam dikin.
Li gorî agahiyên ku cotkaran dane, pirsgirêk li 910 donim zevî hene û artêşa Îraqê hezar donim zevî qedexe kirine.
“Ev erd ên Kurdan in”
Nûnerê cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand:
“Pirsgirêka me heman pirsgirêka berê ye ku nehatiye çareserkirin. Ev erd ên Kurdan in, piştî sala 1975an ji Kurdan hatine standin.
Heta sala 1975an ev erd ên cotkarên Kurd bûn lê sala 1975an de cotkarên Kurd ji her sê gundên Şenaxe, Pelkane û Serbeşaxê hatin derxistin û sala 1987an ji Gabereke û Xerabeyê jî hatin derxistin û Ereb li wan gundan hatin bicihkirin.
Beşek ji wan Ereban di çarçoveya Madeya 140î de hatine qerebûkirinê lê dîsa jî venegeriyane cihê xwe.
“Peymanên kevn ên Ereban jî hene”
Mihemed Emîn diyar kir ku biryarên Encûmena Wezîran û Parlamentoya Îraqê nayên bicihanîn û li pey çû:
“Ji ber ku ev qanûn û biryar nayên bicihanîn, heta niha erd ji bo cotkarên Kurd ji tapoyê venegeriyane.
Peymanên kevn ên Ereban jî hene, ji ber vê bûye pirsgirêk. Di vê navberê de artêş midaxele dike û dibêje nabe kes li ser van erdan kar bike.
Hêzên leşkerî nehişt tu cotkarên Kurd ên ji wan 5 gundan erdên xwe biçînin.”
Wî diyar kir ku li gundê Xerabeyê qet pirsgirêk nemaye, peymanên Ereban jî nemane lê artêş dîsa jî nahêle cotkarên Kurd karê xwe bikin.
Li gundên din jî 910 donîm erd bi pirsgirêk in lê bi gotina Mihemed Emîn “Artêşê kar li her 5 gundan bi tevahî rawestandiye ku bi giştî nêzî 30 hezar donim erd in.”
Nahiyeya Sergeranê ji 42 gundan pêk tê, dikeve qezaya Dûbizê ya Kerkûkê.
Birêvebirê Nahiyeya Sergeranê Beşdar Silêman li ser mijarê ji Rûdawê re got:
“Ji wan 42 gundên nahiyeyê, tenê 5 gund bi pirsgirêk in.
Heta niha artêş destûrê nade cotkarên Kurd erdên xwe biçînin û artêş dibêje ew li benda rênimayî û biryara rayedarên xwe ye û pêbendî wan biryaran e.
Em li benda rênimayên Encûmena Wezîrên Îraqê ne da ku em rêkarên pêwîst bigirin, heta niha ev rênimayî negihiştine me.”
Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî ji Rûdawê re ragihand, ew li bendê ne ku biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya rûxiyayî bên betalkirin û erd li xwediyên wan bên vegerandin lê heta niha biryar neçûye ji wan re.
Sê biryarên herî girîng ên betalbûyî yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa rejîma berê ya Îraqê ev in:
Yekemîn: Biryara bi hejmara 369an a 1975an, sînorên Dûbiz, Topzawe, beşeke Daqûq û Leylanê digire, bi giştî 123 hezar donîm erd e.
Duyemîn: Biryara bi hejmara 824an a sala 1976an e, zêdetir ji 9 gundên navçeya Daqûqê digire ku erdên şêxên Talebanî ne û nêzîkî 38 hezar donîm erd e.
Sêyemîn: Biryara 949an e ku 10 gundên Sergeranê û 2 gundên Pirdê digire, bi tevahî 44 hezar donîm erd e.