Nuçe

CPT: Balafirên Tirkiyeyê çiyayê Metînayê û…

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Metînayê û derdora gundê Belavê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirine.

Nûnerê Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ya Herêma Kurdistanê Kameran Usman ragihand ku di encama êrişên saet 16:15an de ti zererên canî çênebûne.

Lê hat ragihandin ku bombebaranê di nav şêniyên gund û geştyarên ku çûne herêmê de tirs û xof çê kiriye.

27ê Sibata 2025an Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir ku çekan deyne û xwe fesx bike.

PKKyê li ser banga Abdullah Ocalan 1ê Adarê agirbest ragihand.

Lê roja din a agirbestê, serê sibeya 2ê Adarê, hêzên artêşa Tirkiyeyê çiyayê Linkê yê li nahiyeya Dêrelûkê ya Dihokê bi helîkopteran bombebaran kir û PKKyê jî bersiv da.



Source link