Nuçe

DBP: Xwedîderketina li zimanê dayikê parastina…

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku xwedîderketina li zimanê dayikê parastina nirxên hebûnê ye.

Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBPyê bi wesîleya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û ev roj pîroz kir.

“Zimanê Kurdî tune hat hesibandin”

DBPyê diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî, ne tenê di warê ziman de, di heman deme de di warê berxwedana çandî û siyasî de wekî nîşaneya têkoşîna hebûnê di rojeva Kurdan de cih digire wiha pê de çû:

“Lewre, ji destpêka sedsala yekemîn a komarê heya niha di bin siya ‘feraseta yekperest’ de zimanê Kurdî tune hat hesibandin.

Bi polîtîkayên bişavtin û înkarê li ser zimanê Kurdî qedexe, sansur, astengî bi rêk û pêk ketin meriyetê.

Înkarkirin û dijmintiya ku li dijî zimanê Kurdî meşiya, di her kêliyên dîrokê de ji aliyê destilatdariyên siyasî ve wekî polîtîkeyeke dewletê xwe gihand sedsalan duyemîn.

Qebûlnekirina perwedeya bi zimanê dayikê jî nîşaneya herî berbiçav a vê konsepta înkarê ye.

 Ev konsept di heman demê nîşaneya dijmintiya li dijî nasnameya Kurd û nasnameya gelan e.”

“Divê têkoşîn pêl bi pêl mezin bibe”

DBP amaje bi wê yekê kir ku li hemberî înkar û bişavtina sed salî, zimanê Kurdî têkoşîna hebûnê heya îro meşandiye û got:

“Bê guman di bingeha vê têkoşînê de berdilên giran, dilsoziyeke neteweyî û helwesta azadiyê cih digre.

Lê, em dibêjin ‘ne bes e.’ Divê ev têkoşîne pêl bi pêl mezin bibe da ku zimanê Kurdî û tevî zimanên gelan bibin xwedî paşerojeke azad.”

“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî jiyane ye”

DBPyê tekez kir ku ziman bîr e, çand e, dîrok û nişaneya hebûnê ye û wiha domand:

“Xwedîderketina li zimanê dayikê, parastina nirxên hebûnê ye. Pêşerojeke hevpar, wekhev û azad bi naskirina zimanên dayikê yên gelan pêkan e.

Têkoşîna ku îro gelê Kurd ji bo zimanê xwe dimeşîne, di heman demê de ji bo parastina tevî zimanên dayikê têkoşîneke hevpar e.

Her wiha, axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafê herî jiyane ye. Em vê daxwaza rewa bi mabesta vê rojê wekî bangeke civakî car din tînin ziman!”

“Xwedî li zimanê xwe û paşeroja xwe derkevin”

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBPyê herî banga xwedîderketina li ziman kir û got:

“Ji bo avakirina paşerojeke ku em bi zimanên xwe yên dayikê bijîn, divê ev têkoşîn pêl bi pêl li her parzemînên cîhanê belav bibe.

Bi vê hêviyê em car din 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û ji heft salî heya heftê salî bang li her kesan dikin ku xwedî li zimanê xwe û paşeroja xwe derbikevin.”



Source link