DBPyê li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî…
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî got, “Yekîtiya Kurdan avakirina siberojê ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyaniyek da.
DBPyê diyar kir, yekîtiya ku dê di navbera Kurdan de bi pêş bikeve, ne tenê yekîtiya hêzan e, di heman demê de tê wateya avakirina siberojê jî.
Doh Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
DBPyê îro derbarê hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
“Yekîtiya ku di navbera Kurdan de bi pêş bikeve, ne tenê yekîtiyeke hêzan e, di heman demê de avakirina dîrokeke hevpar, çandeke hevpar û paşerojeke hevpar e.
Avakirina yekîtiya Kurdan ne tenê berpirsyariyeke siyasî ye, di heman demê de berpirsyariyeke çandî û civakî ye jî.
Parastina destkeftiyên gelê Kurd, tenê bi xurtkirina hewldanên çareseriyeke aştiyane pêkan e.
Hevpeymaniya di navbera hêzên Kurdî de, ne tenê ji bo îro, her wiha ji bo avakirina ewlehiya sibe jî gaveke bingehîn e.
Wekî Partiya Herêmên Demokratîk bang û hewldana me; bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi paşerojeke hevpar ve gavên xurt avêtin û danîna bingehê welatekî azad, wekhev û demokratîk û Rojhilata Navîn e.”
Baregeha Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya li ser hevdîtinê de ragihandibû ku rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî hatin nirxandin.