Nuçe

Derbasbûna Hêzên Girêdayî Hikûmeta Demkî Ya Sûriyê Bo Efrînê Çawa Tê Dîtin?

Hêzeke Ewlekarîya Giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyê îro Pênşemê derbasî herêma Efrînê bû, ku tê çaverêkirin ew êdî dosya ewlehîyê li herêmê birêve bibe, li şûna komên çekdar yên biser Tirkîyê ve.

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo da zanîn ku karwanekî erebeyên (ewlekarîya giştî) ji bajarê Helebê berê xwe da bajarê Efrînê û rêbendên xwe lê danîn.

“Tê gotin ku ewê di 3 – 4 rojên pêş de li navçeyan jî bigerin. Lê li ser erdê em nizanin ku çekdarên berê çi bi wan hatiye, ewê ji Efrînê derkevin yan na, lê wan tenê cilên xwe guhertine. Tişta çêdibe gaveke ku (ewlekarîya giştî) Efrînê birêve bibe,” Şêxo got.

Her di vê derbarê de çavkanîyekê ji nahîya Şîyê ji Dengê Amerîka re got ku çekdarên koma “El-Emşat” li navendên tê de bicîh dibûn li deverê kêm tên dîtin, wan alayên xwe danîne û tenê ala Tikrîyê li ser hildayî maye.

Çavkanîya ku nexwest navê wê eşkre bibe di bersiveke nivîskî de dîyar kir ku, “Hîn gelek malbatên çekdaran li deverê ne û di malên me de rûniştine û radestî xwedîyên wan nakin, birayê min ji Şehba vegerîya û hîn li cem min dimîne, jiber ku malbateke Ereb dest daniye ser xanîyê wî”.

Cîhê bîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina Tirkîyê ji Efrînê re sala 2018an, rêxistinên hiqûqî yên Kurdî, Sûrî û Navnetewî dibêjin ku sûc û binpêkirinên berfireh ji mafê mirovan re li herêmê diqewimin û wan belge kirine.

Di qonaxa dahatî de piştî derbazbûna hêzên (ewlekarîya giştî) jibo Efrînê, rewş wê ber bi ku ve biçe û çi tê xwestin, Şêxo wiha got, “Hêvî ew e ku xelkê me vegerin ser cîhûwarên xwe, garantî werin dayîn ku zerer bi wan nebe û neyên girtin, zindan vebin û girtî werin berdan, herwiha xelk bi aramî jîyan bikin û komên çekdar di nava sivîlan de nemînin.”

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî di civînekê de li Şamê komên çekdar yên bi navê “Artêşa Netewî” biryar dabûn ku têkevin bin sîya artêşa Sûrî ya nû di bin desthilata serokê demkî yê rêvebirîya veguheztinê ya Sûrî Ehmed el-Şeri’ de.

Source link