Nuçe

Di dema kongreya PKKyê de Ocalan li kû derê bû?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê Abdurrahîm Temel diyar kir ku di kongreyê de PKKyê 11 biryar standine.

Serokê Navenda Şêwirmendî û Lêkolînên Stratejîk a TEMELê eşkere kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji 1 heta 7ê Gulanê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bû û ji Enqerê tevlî kongreya PKKyê bû.

PKKyê 9ê Gulanê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. 

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat lidarxistin.”

“PKKyê di kongreyê de 11 biryar standine”

Abdurrahîm Temel bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û li ser kongreya PKKyê bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.

Abdurrahîm Temel (Semawî) behsa kongre û biryarên kongreya PKKyê kir û got:

“Beriya PKK biryaran eşkere bike hûn bixwazin ez dixwazim ji we re xalên kongreyê eşkere bikim. Li ser 11 xalan lihevhatin hatiye kirin. Ew 11 xal ji min re bi zimanê Tirkî hatine.

Xala yekem dibêje, dema şerê çekdarî xilas bû.

Xala duyem, mîsyona çekdarî ya PKKyê bi dawî bûye. Ji ber wê jî em îlan dikin ku gerîla jî roj bi roj bi paşde vekişe û çekan deyne û em haziriya wê dikin û em dê derbasî jiyana sivîl bibin.

Di xala sêyem de behsa amadehiya Kongreya Neteweyî ya Kurdî hatiye kirin. Bang hat kirin ku di navbera saziyên Kurdan ên li çar welatan de kongreyeke neteweyî bê lidarxistin.

Xala çarem li ser azadiya Abdullah Ocalan e. Dibêjin, azadiya fîzîkî ya Ocalan wekî mercê pêşîn ê pêvajoya aştiyê ye û ew wisa hatiye diyarkirin.

Xala pêncan li ser saziyên ciwan û jinan e. Li gorî wê xalê veguhastina saziyên ciwan û jinan ji bo qada sivîl dê xebat bên kirin.

Hatiye plankirin ku rêxistinên jin û ciwanan ber bi qadên siyasî û çandî xebatan bikin.

Di xala şeşem de behsa pêwendiya bi Sûriyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye kirin. Behsa pêwendiyên bi Hewlêrê re hatiye kirin.

Hatiye diyarkirin ku dê pêwendî bi aramî bên kirin û li Sûriyeyê dê xebatên demokratîk bên kirin bi Sûriyeyê re şer neyê kirin dê xebata demokratîk bê kirin.

Xala heftem li ser jiyana pêkvejiyana gelan e. Di vê xalê de behsa wekheviya di navbera gelên Kurd, Tirk, Ereb, Fars û gelên din hatiye kirin û hatiye gotin ku ew dê hemû neteweyên din biparêzin.

Di xala 8emîn de behsa sermaye û pere û çekan hatiye kirin. Di vê xalê de biryar hat dayîn ku çavkaniyên aborî yên girêdayî PKKyê ji xelkê sivîl re bê eşkerekirin.

Di xala nehem de hatiye gotin ku ew dê bi Tirkiyeyê re li hevdû bikin û dê destûreke nû bê amadekirin da ku paşeroja Kurd û Tirkan vekiribe.”

“Ocalan li Enqereyê bû”

Lêkoler Abdurrahîm Temel derbarê rewşa Abdullah Ocalan de jî ev agahî dan:

“Abdullah Ocalan 1ê Gulanê hat Enqereyê û ji Enqereyê di rojên 5-7ê Gulanê tevlî kongreya PKKyê bû.

Bi rêya platformên dijîtal tevlî kongreyê bû. Ji aliyê ewlehiyê ve nabe ez aniha bêjim bê ka Ocalan li ku derê ye. Ocalan ji 1 heta 7ê Gulanê li Enqereyê bû.”

Paşeroja siyasî ya Ocalan

Temel amaje kir ku Abdullah Ocalan dê di çarçoveya qanûnî de siyasetê bike û wiha domand:

“Di bin hukmê demokrasiyê de Ocalan dê siyasetê bike. Aniha ew rê dane pêşiya xwe û dê di nava wê siyasetê de cih bistîne.

Ew dê dîsa serokê alîgirên xwe be. Ew dê dîsa serokê partiya xwe be û dê navê partiyê were guhertin û li gorî yasayên Tirkiyeyê dê partiyek bê avakirin.

Belkî bibe Serokê DEMê (Partî) belkî bi navekî din partiyekê ava bikin lê ew aniha ne diyar e.”

“Yasayên nû dê bên derxistin”

Temel anî zimên ku yasayên nû dê li parlamentoyê bên derxistin û wiha domand:

“Li gorî yasayan dê siyaseteke eşkere bikin. Hefteya pêşiya me dê li Parlamentoya Tirkiyeyê gelek yasa bên derxistin.

Yasa wê ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, ew kesên ku di girtîgehê de ne dê bên derxistin.

Li gorî wan yasayan dê bi hezaran girtiyên siyasî bên berdan û ew jî dê vegerin jiyana normal.

Bi derbekê re bi carekê re belkî kesên wekî Cemîl Bayik, Murat Karayilan nikaribin vegerin Tirkiyeyê.

Heta salekê heger ew jî bixwazin dê ew jî vegerin Tirkiyeyê.

Ji aliyê ewlehî metirsî li ser jiyana wan heye, piştî ku ew hat sererastkirin ,metirsî li ser ewlehiya wan nema dê ew jî vegerin û ji wan re jî dê rê bên vekirin.

Girtiyên PKKyê dem bi dem dê hemû ji girtîgehan derkevin.”



Source link