Di Êrîşa Tirkiyê Ya Ser Herêma Bendava Tişrînê de Rojnamevan Egîd Roj Jiyana Xwe ji Dest Da
Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOH) ragihand ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de li derdora Bendava Tişrîn a gundewarê Helebê, rojnamevanek hat kuştin.
SOHR di daxuyaniyekê de ku roja Şemiyê hat weşandin dibêje, rojnamevanek îro dema ku li derdora bendava Tişrîn li ser erka rojnamegeriyê bû, di êrîşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.
Ev bûyer beşeke ji aloziya leşkerî ya berdewam li bakur-rojhilatê Sûriyê ku êrîşên esmanî yên Tirkiyê li deverên cuda berdewam dikin. Di vê navberê de, tirsa wê yekê zêde bûye ku rojnamevan û xebatkarên medyayê ji ber van operasyonên leşkerî dibin armanc.
Di Medya Civakî de jî hat weşandin ku rojnamevanê bi navê Egîd Roj li herêma Bendava Tişrînê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest daye.
Nûçegihana Dengê Amerîka li herêma Şehba û Kobanê Nerowz Reşo di têkiliyeke telefonî de piştrast kir ku Rojnamevan Egîd Roj, roja Şemiyê di êrîşa falefirên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Reşo dibêje, demek dirêj bi rojnamevan Roj re li herêma Şehba kar kirîye.
Li gor belgeyên “SOHR” ji destpêka aloziya di 12’ê Kanûna 2024’an de heta niha ji encama êrîşên Tirkiyê û komên çekdar yên bi piştevaniya Tirkiyê hejmara kuştiyan di şer û pevçûnên bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê re gihiştiye 623 kesan.
Jêder: SOHR