Nuçe

Doz li Mehmet Dîcle û Weşanên Zîzê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw)- Weşanên Zîzê diyar kir ku Serdozgeriya Amedê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” doz li wê û nivîskarê wê Mehmet Dîcle vekir.

Weşanxaneya Zîzê ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Ji ber romana Berfa Sor, Dozgeriya Diyarbekirê bi angaşta “propagandaya rêxistinê” doz li weşanxaneya me û nivîskarê romanê Mehmet Dicle vekiriye.

Parêzerên me piştî xwe gihandin dosyayê û pê ve emê derbarê geşedanan de agahiyên berfirehtir bidin.”

Weşanên Zîzê sala 2023yan li Ameda Bakurê Kurdsitanê dest bi karê weşangeriyê kiriye û heta niha gelek pirtûk çap kirine.

Mehmet Dîcle kî ye?

Mehmet Dîcle sala 1977an de li Hezroya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye, li Stembolê dijî.

Berhemên wî yên çîrokên ên bi navên Asûs e, Nara, Ta çap û belav bûne.

Herî dawî sala 2023yan romana bi navê Berfa Sor çap kir.

Dîcle Edîtoriya Kovara Kurdeçîrokê dike.



Source link