Nuçe

EFRÎN – Komên çekdar êrişî 2 kalan kir û pereyên…

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di nava du rojan de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar 2 caran êrişî 2 kalên Kurd kiriye, li wan dane û pereyên wan jî dizîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Şeva borî li gundê Îndareyê yê Efrîna dagirkirî komeke çekdar êrişî Mihemed Henîfê kal kir û ew dan ber derb û ledanan.

Her wiha mala wî jî talankirin.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn:

“Çekdaran ew kal dane ber derb û ledanan û dest û rûyê wî birîndar kirine.

300 dolarên Amerîkî jî jê dizîne û piştre mala wî têk dane ku ev yek bû sedema tirs û xofeke mezin.”

“Çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê rojane darên Efrînê dibirin”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê destnîşan kir ku çekdarên Firqeya Sultan Şah li taxa Şikakaya Şêx Hedîda Efrînê 500 dolar ji kalekî din ê Kurd ê bi navê Murad Elûş wergirtine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bal kişand ser wê yekê ku “rojane şêniyên Efrînê û derdora wê rastî dizî û çewsandinê tên.

Sedema zêdebûna van bûyeran jî nebûna dadmendî û lêpirsîna ji diz û sûcdaran a ji aliyê rayedarên Tirkiyeya dagirker û çekdarên girêdayî wê ye.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li ser birîna daran jî got:

“Çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê rojane darên Efrînê dibirin.

Ew rojane zêdetirî 20 barhilgirên tijî darên çam û berûyê yên Çiyayê Qazqilyanê dibirin û li ber çavên polîsên bajarê Cindirêsê vê dikin.”

Piştî ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê Çiriya Pêşîn a 2018an êrişî herêma Efrînê kir (wê demê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bû), piştî şerekî du mehan 18ê Adara 2018an dagir kir.



Source link