Nuçe

Erêkirina HSD’ê ya Tevlêbûna Artêşa Sûrîyê Çawa Tê Dîtin?

Sêşemê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî Daşê piştgiriya xwe ji diyaloga navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta nû ya Sûriyê re ragihand.

Roja Duşemê di civîna sêqolî ya HSD, Rêveberîya xweser, û Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) biryar hat dayîn ku HSD tevlî artêşa Sûrîyê bibe.

Fermandarekî HSDê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku mîkanîzmeya tevlîbûnê, û şêweyê wê dê li gorî danûstandinan were destnîşankirin.

Ebû Omer Idlibî, ku fermnadarê Hêza Bakur ya Demoqrtatîk e ku di jêr sîwana HSD de ye, tekez kir ku ew hîn derbasî danûstandinên fermî nebûne.

“Niha kar tê kirin ji bo dîtina mekanîzmayeke lihevhatî ku herdu alî li ser hevbikin bo destpêkirina danûstandinan û pêkanîna hemû xalan,” Îdilbî got.

Li gorî Îdilbî, çawanîya tevlîbûna hêza wan di nava artêşê de hîn ne hatîye pejirandin, Lê ew tevlîbûna tekane napijrîn in.

“Em qet erê nakin ku HSD tekekes tevlî artêşê bibe, em vê xalê napejirînin, emê destkeftiyên HSD ê her û her biparêzên,” Wî got.

HSDê tekez dike ku koalisyon û Ferensa piştgirî didin dîyaloga bi Şamê re, û ew di gerên dîyalogê de wek gerantor amade bin.

HSDê li ser daxwaza Dîmeşqê, biryara derixstina şervanên bîyanî ji nav refên hêza xwe erê kiriye.

Fermnadrên HSDê tekez dikin ku birîyara wan ji bo parastina yekbûna xaka Sûrîyê ye.

“Dema ku HSD ê tevlî artêşê bibe dê artêşa Sûriyê bihêztir bibe û dê alîkar be bi wan re li dijî Daişê û kontrolkirina bajaran. Em di destpêka rê de ne û me diyar kir ku mebesta me ew e, xaka Sûriyê yek e. Her wiha me helwestên xwe diyar kirine niha gok li aliyê dewletê ye.”

Çavdêr bawerin ku fişarek navnetweyî ser HSDê û Dîmeşeqê heye ku lihev bikin.

Şîrovekarê sîyasî Perwer Mîdî, dibêje helwesta HSDê wê ji alîyekî rê ber êrîşên Tirkîyê bigre, li alîyekî din, wê fişarên Tirkîyê ser serokê Sûrîyê yê demkî Ehmed Şeri’ sivik bike.

Hêjaye gotinê ye ku fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, vexwendina serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji bo Şeri’ şand.

Tê pêşbînîkirin ku Ebdî û Şeri’ li Hesekê kom bibin.

Source link