Eshabul Kehfê êrişa li Hewlêrê xist stûyê xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Koma milîs a Şîe ya bi navê “Eshabul Kehf” a ku Îran piştgiriyê didiyê, berpirsyariya êrişa bi dronan a îşev a li ser navenda bajarê Hewlêrê xist stûyê xwe.
Komê angaşt kir ku wan “berjewendiyên Amerîkayê kirine armanc” lê dron li banê maleke sivîlan ket.
Eshabul Kehfê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku li Herêma Kurdistanê berjewendiyên “Amerîkaya dijmin û nokerên wê” bi dronan hatine armanckirin.
Koma çekdar peyama didomandina êrişên xwe da.
Komê ji bo sivîlan hişyariyek belav kir û xwest ku ew ji xalên hêzên Amerîkayê û deverên leşkerî dûr bisekinin.
Komê got “me berjewendiyên Amerîkayê kirin hedef” lê rastiyên li qadê cuda ne.
Li gorî agahiyên ji Hewlêrê, dron li taxeke li nava dilê bajêr li banê maleke sivîlan ketiye.
Di bûyerê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye û ti kes birîndar nebûye lê ziyanên madî çêbûne.
Êrişên komên ku Îran piştgiriyê dide wan didomin
Ev pêkhateyên milîs xwe di bin sîwana “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” de pênase dikin û bi nêzîkbûna xwe ya bi Îranê re tên naskirin.
Ev kom ji destpêka şerê ku 28ê Sibatê derketiye ve, berpirsyariya piraniya êrişên bi mûşek û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê dixin stkura xwe.
Ev kom û komik carinan li ser medyaya civakî dîmenên dema avêtina dronên xwe parve dikin.
#VÎDEO – Ev der Hewlêr e… Taxa Karêzanê piştî êrişa bi dronan ketiye vî halî#IranWar pic.twitter.com/DmZqLGIHUX
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 15, 2026
Bîlançoya giran a şer
Ji destpêka şer û êrişên bersivdayînê yên li herêmê ve herêm rastî gelek êrişan tê.
Di êrişên van komên milîs û Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 41 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dikin ku ev êrişên li ser cihên sivîlan binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û serweriya Îraqê ne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî birêvebiriya Bexdayê dike da ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
#VÎDEO – Li Hewlêrê ji ber ketina perçeyên dronekê agir derket
🔴Li taxa Karêzanê ya Hewlêrê dronek hat xistin û ji ber ketina perçeyên wê dronê agir derket pic.twitter.com/WyVlMOLHua
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 14, 2026
