Nuçe

Fermandarekî HSDyê: Artêşa Ereban Sûriyeyê ji…

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Fermandariya HSDyê Cemîl Mezlûm ragihand ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê ti gava pratîkî ji bo vekişîna ji bajêr neavêtiye.

Cemîl Mezlûm her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku hîn jî koçberên zêdetirî 50 gundên derdora Kobaniyê nikarin vegerin malên xwe.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Cemîl Mezlûm beşdarî bultana Rûdawê bû û li ser peymana navbera Şam û HSDyê ya li Kobaniyê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Cemîl Mezlûm ragihand, peyman li Kobaniyê li ser du bingehên agirbestê û bicihanîna hevpar a hêzên Asayîşê Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li tax û deveran hatiye kirin.

Li gorî peymanê, divê Artêşa Ereban a Sûriyeyê vekişe baregehên xwe yên leşkerî yên li derveyî herêmê.

“Xelkê 50 gundan venegeriyane”

Dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser Kobaniyê ev 25 roj in didome û ji ber êrişan gelek xelkê gundewarên bajêr koçber bûne.

Li gorî wî fermandarê HSDyê, herî kêm xelkê 50 gundên Kurdan neçar maye ku malên xwe biterikîne û heta niha venegeriyaye.

Cemîl Mezlûm got, “Derbarê peymana di navbera me de, tiştê ku diket ser milê HSD û YPGyê hatiye bicihanîn lê heta niha xala taybet a bi vegera koçberan (ji aliyê Şamê ve) nehatiye bicihanîn.”

30yê Kanûna Paşîn a 2026an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) naveroka peymana xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re belav kiribû.

Di peymanê de hatibû diyarkirin ku piştî peymaneke berfireh û lihevkirinê, dê hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan bi awayekî rêzbendî werin tevlîhevkirin.

Lîwayeke taybet ji bo Kobaniyê

Di peymanê de hatiye diyarkirin ku dê dest bi tevlîhevkirina hêzên ewlehiyê yên li herêmê were kirin û fîrqeyeke leşkerî were avakirin ku dê sê lîwayên wê ji HSDyê bin.

Her wiha dê lîwayeke din ji bo hêzên Kobaniyê di çarçoveya fîrqeya artêşê ya parêzgeha Helebê were avakirin.

Cemîl Mezlûm dibêje, “Lîwaya Kobaniyê dê ji hêzên HSD, YPG û YPJayê be, ev mijar di peymanê de hatiye behskirin.”

Wî endamê fermandariya HSDyê da zanîn ku heta niha hejmara endamên lîwayê bi fermî nehatiye ragihandin û got:

“Behsa hezar û 500 heta sê hezar kesî tê kirin lê belê hêzên me ji vê hejmarê gelekî zêdetir in. Me hîn jî dest bi nîqaşa li ser vê mijarê nekiriye.”

“Em hîn jî di dan û standinan de ne”

Li gorî peymanê, tê payîn ku HSD ji bilî parêzgeha Hesekê, li Şamê jî çend postên girîng ên hikûmetê werbigire, ku yek ji wan posta Alîkarê Wezîrê Parastinê ye.

Cemîl Mezlûm amaje bi wê yekê kir, “Namzedê me ji bo wî postî bi fermî nehatiye diyarkirin û em hîn jî di dan û standin û gengeşeyan de ne.”

Derbarê îhtimala guherîna navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de piştî tevlîhevkirinê jî wî fermandarê HSDyê got:

“Heta niha mijareke bi vî rengî nehatiye rojevê û (berpirsên Şamê) daxwazeke wisa ji me nekirine.”

Di dema şerê di navbera HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de, hejmarek dîl ketibûn destê her du aliyan.

Cemîl Mezlûm dibêje, “Pêwîst e wekî qonaxa sêyem yan çarem a peymanê, çarenivîsa dîlan were diyarkirin û vegerin nav malbatên xwe, yan jî wekî berê vegerin ser erkên xwe.”

“Em ti niyetpakî nabînin”

Berevajî berpirsên xwecihî yên Kobaniyê, medya û berpirsên Sûriyeyê behsa vegera koçberên gundewarên bajêr ji bo malên xwe dikin.

Ew fermandarê HSDyê dibêje, “Ewên ku di nava Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ne û êrişî Kobaniyê kirin, ti guherîn bi ser wan de nehatiye, gundên Kurdan dagir kirine û dorpêç jî didome.

Em ti niyetpakî yan gaveke pratîkî ya ji bo bicihanîna peymanê û vekişîna artêşê nabînin.”

Cemîl Mezlûm bicihanîna peymanê bi girîng dibîne û tekez kir:

“Heta ku gelê me venegere ser malên xwe û Artêşa Ereban a Sûriyeyê venekişe, metirsiya li ser Kobanî û gundan dê her bidome.”

Tevî ku piştî îmzekirina peymanê şer rawestiya ye jî, dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser Kobaniyê nehatiye rakirin û hemû xizmetguzarî jî li ser bajêr hatine birîn.

Welatiyên li Kobaniyê daxwaza vekirina korîdoreke mirovî û gihandina alîkariyên lezgîn ji bo bajêr dikin.



Source link