Nuçe

Gelo Koalîsyon dê dronan bide Pêşmergeyan?

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl pirsên Rûdawê yên li ser yekkirina Pêşmergeyan û dabînkirina dronan bersivandin.

Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmerge berdewam dike û rojane gavên mezin tên avêtin.

Wî da zanîn ku alîkariyên Koalîsyonê (Hevpeymaniya Navneteweyî) ji bo Pêşmergeyan berdewam dikin.

Wezîrê Pêşmergeyan dema ragihandina Platforma Dîjîtal a Tenduristiyê ya Pêşmergeyan ji rojnamegeran re axivî.

Şoriş Îsmaîl pirsa Nûçegihana Rûdawê ya bi rengê “Gelo ji bo ku Koalîsyon dronan bide Pêşmerge gotûbêj hene?” wiha bersivand:

“Wezareta Pêşmergeyan di hemû waran de ji bo bilindkirina asta şiyanên xwe yên leşkerî di hewldanê de ye.”

Platforma Dîjîtal a Tenduristiyê ya Pêşmergeyan

Platform bi piştgiriya darayî ya rêxistineke Amerîkayî û di bin çavdêrî û rênimayên Fermangeha Teknolojiya û Zanyariyê ya Encûmena Wezîran de hatiye çêkirin.

Armanca sereke ya bernameya elektronîk rêkxistina tevahiya kar û barên bijîşkî yên Wezareta Pêşmergeyan e.

Platform îro bi amadebûna Şoriş Îsmaîl hat ragihandin.

Ji bo bikaranîna platformê di maweyê du rojên borî de piraniya efser û karmendên bijîşkî yên Wezareta Pêşmergeyan hatin perwerdekirin.

Eger Pêşmergeyek di şer an aştiyê de birîndar bibe, dikare bi rêya platformê rasterast hemû yekîneyên tibî yên Wezareta Pêşmergeyan agahdar bike.

Şoriş Îsmaîl plotform bi şiklê “Ev platform serkeftin û bidestxistina destkeftiyeke mezin e ji bo wezareta me û Hêza Pêşmergên Kurdistanê” wesifand.

Yekkirina Pêşmergeyan

Wezîr Şoriş Îsmaîl amaje bi reformên Wezareta Pêşmergeyan jî kir û got:

”Her dem hewlên me di berjewendiya biserxistina reforman de bûne.

Me wekî tîmeke bihevre a Wezareta Pêşmergeyan bi vîn û îradeyeke bihêz a Kurdistanî kar kiriye û ev jî rêya rast û niştimanî ye.”



Source link