Nuçe

Girtiyê Kurd piştî 32 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê Kurd ê siyasî Abdulazîz Ok piştî 32 salan ji girtîgehê hat berdan.

Girtiyê Kurd Abdulazîz Ok sala 1993yan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Abdulazîz Ok birîbû.

Abdulazîz Ok di 32 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Amed, Bartin, Kandira, Bolu, Şirnexê û Wanê ma.

Abdulazîz Ok piştî ku 32 salan girtî ma, ji girtîgeha navçeya Patnosê ya Agirî hat berdan.

Girtiyê Kurd piştî ku hat berdan îro çû Amedê û li wê derê ji aliyê mirovê xwe  ve hat pêşwazîkirin

Diviya Ok sala 2023an bê berdan lê berdana wî ji ber qebûlnekirina yasaya “poşmaniyê” hatibû bi paşxistin.



Source link