Guterres Banga Ocalan Wek Çîrûskeke Hêvîyê Dibîne
Berdevikê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric wek bersîva pirseke ser banga rêberê PKK Abdullah Ocalan got ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres pêşwazî li vê bangê dike.
“Ev daxuyanî çirûskeke hêvîyê nîşan dide ku dikare rê li ber çareserîya pevçûneke dûr û dirêj veke, “Dujarricji zarê Guterres ragihand.