Nuçe

Hakan Fîdan gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û diyar kir ku yan dê hinek gavê bavêjin yan jî dê ew gavê biavêjin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Stenbolê bi nûnerên sazî û dezgehên ragihandinê yên herêmî û biyanî yen li Tirkiyeyê re civiya.

Fidan li ser qonaxa nû ya Sûriyeyê wiha got:

“Tiştê ku sala 2024an taybet dike, bê guman pêşketinên li Sûriyeyê ne. Desthilata xwînrij a 61 salan bi dawî bû.

Îro em serbilind in ku em li aliyê rast ê dîrokê ne.

Helwesta me li hemberî cîranê me Sûriyeyê nedikarî cuda bûya.

Çîroka me ya li ser Sûriyeyê nû dest pê dike.

Gelê Sûriyeyê bi çîrokeke nû re rû bi rû ye. Me dest bi hewldanên xwe yên ji bo avakirina ji nû ve û aramkirina Sûriyeyê kiriye.

Di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de temaya serekî aştî ye.

Em hemû dizanin serokkomarê me di rêvebiriyê de bibiryar e.

Li herêmê em dixwazin li şûna çanda zordestî û zextê, aştî û aramiyê bi cih bikin.”

“Ti tişt wekî berê namîne”

Hakan Fîdan, “Gelo rêveberiya nû ya Sûriyeyê bêyî razîbûna Amerîkayê dikare li dijî YPGyê operasyonan bike? Eger rêveberiya Sûriyeyê neke, gelo Tirkiye dê di vê mijarê de gavê biavêje?” wiha bersivand:

“Paqijkirina axa Sûriyeyê ji terorê dê bibe xebata bingehîn a 2025an. Tirkiye herî bi bandor têkoşîna li dijî terorê dimeşîne.

Tirkiye di vê mijarê de bibiryar e. Ji bo rêxistinên terorê yên li herêmê rê bi dawî bûye.

Teror bê ol û netewe ye. Ji bo rêxistinên terorê Ewropa û Amerîka wekî hev in.

Bi destûra Xwedê em dê armanca Tirkiyeya bê teror pêk bînin. Tirkiye xwedî hêz û biryardariya ji bo tunekirina hemû tehdîdan e di çavkaniya wan de.

Ti tişt wekî berê namîne. Divê welatên ku helwesteke dubendî li hemberî têkoşîna terorê nîşan didin, ji êrişên terorê dersê wergirin.

Em dê bê cudahî di navbera PKK û DAIŞê de bi heman biryardariyê têkoşînê bidomînin.”

Me gelek caran got, îmkana me jiyanê bi vê tehdîdê PKK û YPGyê re tune. (Gav) Yan ê din dê biavêjin yan jî em dê biavêjin.”

“Eger dikarin bila bêyî Amerîkayê bên hêrêmê”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser daxuyaniyên berpirsên Fransayê jî wiha got:

“Ti feydeyeke gotinên siyaseta hin welatên biçûk ên Ewropayê yên di bin siya Amerîkayê de tune.

Eger dikarin bê Amerîkiyan werin herêmê bila em bibînin.”



Source link