Nuçe

Hestiyên 32 Kurdên Êzidî li Şingalê hatin veşartin

Hewlêr (Rûdaw) – Hestiyên 32 Kurdên Êzidî piştî testa DNAyê ji Bexdayê veguhastin Şingalê û li wê navçeya Başûrê Kurdistanê hatin veşartin.

Piraniya qurbaniyan sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve li gundê Koçoyê yê Şingalê hatin qetilkirin.

Encamên DNAyê yên li ser hestiyên 32 Kurdên Êzidî hestiyan xelas bûn û ew ji Bexdayê birin Mûsilê.

Li Mûsilê 32 termên qurbaniyên komkujiya li Şingalê ji aliyê Saziya Dadweriya Bijîşkî ya Mûsilê ve ji malbatên wan re hatin radestkirin

Term îro piştî merasîmekê li goristana Bîranîna Komkujiyê ya Şingalê hatin veşartin.

Ew kesên hatibûn qetiklkirin 12 ji gundê Koçoyê, yek ji Til Uzerê, 3 ji Til Kesarê, 3 ji Kîneyê û yên din jî  ji gundê Guhbelek û Girzelokê bûn.

Heta niha li Şingalê 93 gorên bikonmî hatine tespîtkirin. 53 ji wan hatin vekirin. 

753 nimûneyên DNAyê ji bo naskirina termên qurbaniyan ji Bexdayê re hatine şandin. Di encama lêkolînan de nasnameya 274 qurbaniyan hat zelalkirin.

Tê payîn ku nasnameya nêzîkî 500 qurbaniyan were diyarkirin.

Ev cara 7emîn e ku termên wan kesên ku di komkujiya sala 2014an de canê xwe ji dest daye digihên Şingalê.

Hîn bi sedan term li Bexdayê ne û bi dehan gorên bikomî li benda vekirinê ne.

Bi eşkerebûna encamên DNAyê re her carê li Şengalê qêrîn bilind dibin û birîn nû dibin.

DAIŞê sala 2014an êrişî Şingalê kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin û yên hatine kuştin jî di gorên bi kom de hatine veşartin.



Source link