
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dema aştiyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser kongreya PKKyê axivîn diyar kir ku dema aştiyê hatiye.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser 12emîn Kongreya PKKyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Hatîmogullariyê diyar kir ku îro di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de destpêka serdemeke nû ye û wiha got:
“Îro 9ê Gulana 2025an di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de destpêka serdemeke nû ye. Em dikarin vê yekê wekî mîladekê qebûl bikin.
“Dem hatiye em qedera hevpar mezin bikin”
Niha derfet hene ku çek bê deng bibin, em ber bi hêvî, gotin û îradeyê ve gavên nû diavêjin.
Me qedereke hevpar derbas kir, niha dem hatiye em qedera hevpar mezin bikin. Hemû kesên li çiya û bajaran tên kuştin canê me ne û êşa me hemûyan hevpar e.
Di vê merheleya dîrokî de, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke birûmet em amade ne her berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû saziyên siyasî, bi taybetî bang li parlamentoyê dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê ji ber di pêvajoyê de rol wergirtine spasiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî kir.
“Aştî li van axan tê
Li alyê din,Tuncer Bakirhan jî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser kongreya PKKyê postek belav kir û got:
“Piştî çîrokeke tijî êş a zêdetirî 40 salan, em cara yekem gihiştine astekê ku em dikarin bi rastî birînan derman bikin û paşerojê bi hev re ava bikin.
Aştî li van axan tê, niha berpirsyarî ya me hemûyan e.”
PKKyê îro eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.”
Ocalan banga xwefesixkirinê li PKKyê kiribû
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK zûka kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.
PKKyê her wiha diyar kir ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku saziyeke biryarder a Leşkerî ya hemû komên PKKyê ve ye 2yê Adarê derbarê biryara agirbestê ya ku PKKyê ragihandiye bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” daxuyaniyek belav kir û wê jî eşkere kiribû ku dê pabendî biryara agirbestê bin.