Heyeta Îmraliyê tê Başûrê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta Îmraliyê dê were Başûrê Kurdistanê û hinek hevdîtinan bike.
DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Şande dê roja yekşemê (16ê Sibatê) li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Şande dê roja duşemê (17ê Sibatê) here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.”
“Dê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê bên parvekirin”
DEM Partiyê bi bîr anî ku heyet du caran çûye Îmraliyê û ev daxuyanî da:
“Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku du caran bi Abdullah Ocalan re civiya, hevdîtinên xwe yên bi beşên cuda yên civakê û aliyên têkildarî pirsgirêka Kurdan re didomîne.
Şandeya me dê dawiya vê hefteyê here Herêma Kurdistanê û bi rayedarên Hikûmeta Herêmê re bicive.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir û endamên Komîsyona Têkîliyên Derve û rayedarên partiyê cih digirin.
Şande dê 16ê Sibatê roja yekşemê li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Şande dê 17ê Sibatê roja duşemê here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.
Di serdanan de dê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê bên parvekirin û nêrîn, pêşniyar û ramanên wan ên li ser pêvajoyê bên wergirtin û pişt re bi Birêz Ocalan bên gihandin.
Şandeya me berê bi partiyên siyasî yên ku Meclisa Tirkiyeyê komên wan hene, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û siyasetmedarên girtî yên din re civiyabû û dîtin, pêşniyar û ramanên ku ji wan wergirtibûn gihandibûn Ocalan.
Ji aliyê din, partiya me bi civînên gel ên bi beşdariya berfireh ên li 42 navendan û mîtîngan civak li ser van xebatan agahdar kiriye û rapor û daxwaz, pêşniyar, fikar û hêviyên gel gihandine Şandeya Îmraliyê.”