Hêza Şengalê ya Pêşmerge Cudabûna Xwe ji Herêma Kurdistanê Radigihîne
Fermandarê hêzeke Êzîdî, ku îro danê sibê li meydana Tehrîrê ya navenda bajarê Bexdayê veqetîna xwe ji Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand.
Fermandariya wê hêzê ji Dengê Amerîka re got, ew neçar bûne ku ji Partiya Demokrata Kurdistanê cuda bibin.
Wî got ku ew hêz tevî malbatên xwe ji Herêma Kurdistanê derketine û çûne Bexdayê.
Fermandeyê wê hêzê Efser Luqman Gilî dibêje, “Jiber ku em hatine pişguh xistin û mandila kirin û sivikatî bi me hat kirin,”em neçar man ji hêzên Pêşnergeyên PDKê veqetin.
“Zêdebarî ku me beşdarî di şerê DAIŞê de kîriye sala 2015an me fermandeyekî ku ji 14 tabûran pêk tê ava kir. “
Fermande dibêje “Me berê xwe da Pêşmerge, lê bê encam man, ji ber wê jî em neçar man cihêbûna xwe ragihînin û berê xwe bidin Bexdayê.”
Pêşmergeyên ku cudabûna xwe ragihadî girêdayî Lîwaya Şengalê ne, ku bi Hêza Qasim Şeşo tê naskirin, ku di sala 2014an de wek lîwayeke taybet a êzîdiyan hatiye avakirin. Li gorî wan hêza cudaxwaz ji 10 ketîbeyan bi pileyên cuda yên efseran pêk tê.
Ew dibêjin hejmara leşkerên wan 1200 kes in, 10 betalyûn û 25 siryeyên leşkerî pêk tê û girêdayî hêzên 80 yên PDKê ne, û didin zanîn ku 17 sal in ew di nava PDKê de endamin, lê hatine mandila kirin.
Medya herêmî ya bi navê Aza Press di platforma xwe ya Xê de peyama fermandarê hêza pûşmerge ya cudabuyî weşand, ku bi zimanê Erebî peyama cudabûna dixwîne.
Fermandar dibêje ji îro û vir ve ti têkiliyeke wan ya leşkerî û siyasî bi herêma Kurdistanê ve nemaye.
Lê wan îro danê sibê cudabûna xwe ji Pêşmerge ji Bexdayê ragihandin û gotin ew dixwazin tevlî hêzên hikûmeta Iraqê bibin.
Tevî ku Dengê Amerîka pêwendî bi çend berpirsên payebilind yên Wezareta Pêşmerge û berdevkê wezaretê re kir, lê bersiva wan telefonan nehat dayîn.
Dengê Amerîka dixwest xwe bigihîne fermandarê lîwaya êzîdî Qasim Şeşo, lê bersiv tune bû.
Pisporê leşkerî Lîwa Mihemed Saber Hemwendî ji Dengê Amerîka re got: “Veqetandina wan hêzan komployek e ji bo destwerdana li Herêma Kurdistanê û destek li pişt tevgeriyana wê grûpê heye.”
Wî got “Ji aliyê leşkerî ve ev yek dûrketina ji sîstema leşkerî, yasayên leşkerî û yasayên herêmê ye, ji ber wê jî divê bi yasaya leşkerî bên cezakirin û radestî dadgehê bên kirin.”
Fermandar Luqman Gilî got, “Wezareta berevaniyê ya Iraqê pêşwaziya me kir. Sibe du civînên me li gel Serokwezîr Sûdanî hene û emê ligel Fayeq Zêdan û lêvegerê Şîan Alî Sîstanî jî bicivin.”
“Em bi xwe û malbatên xwe ji Kurdistanê derketine. 700 malbat derketine û 500 malbatên din jî hene ku dê di demeke nêzîk de bi temamî ji herêmê derkevin,”Fermandar Luqman Gilî got.