Nuçe

HSD bi Dîmeşqê re li Ser Retkrina Çara Leşkerî Lihevkir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî doh Înê di civînekê de li gel rûsipîyên bajarên Reqa û Tebqayê eşkere kir ku Krîza Sûrîyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser dibe.

“Em bi Şamê re li hev dikin ku çareseriya leşkerî li holê tune be,” Ebdî di civînê de got.

Hejmarek ji fermandarên HSD û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî di civînê de amade bûn.

Di civînê de fermandrê HSD ret kir ku bermahîyên rêjîma Esed û mîlîseyên Îranê li herêma wan hebin.

General Ebdî da zanîn ku dê Şandeyek ji gelên herêmê, bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo diyaloga bi Şamê re li ser paşeroja herêmê û welat, ber bi Dîmeşeqê re biçin.

“Piştî dîyalogê û lihevkirinê, saziyên Rêveberiya Xweser bi dewleta Sûriyeyê re bibin yek,” Ebdî di civînê de got.

Sîhanok Dîbo ku berpirsê têkilîyên giştî ya Partîya Yekîtîya Demoqratîk PYD ji Dengê Amerîka re got ew ji bo rakirina hemû kelemên pêş dîyaloga bi Dîmeşqê re amade ne.

Dîbo tekez kir ku PYD piştgirîyê dide tevlîbûna sazîyên Rêveberîya xweser di sazîyên hikûmeta Dîmeşeqê de.

“Pêwîste parastina taybetmednîya HSD di nava artêşa Sûrîyê ya nû de were parastin,” Dîbo got.

Li alîyekî din, daxuanîyên karbidestên kurdên Sûrîyê di demekê de tên ku alozî li berava Sûrîyê berdewam dike.

Diplomata kurd Îlham Ehmed
Diplomata kurd Îlham Ehmed

Desthilatdarên Dîmeşqê dibêjin ew şerê bermahîyên rêjîma berê ya Esed dikin, û çalakvan dibêjin ku li berava Sûrîyê bi behanîya şerê çekdarên alîgirên Esed şerekî mezhebî dijî kêmhahîya Elewî tê kirin.

Gelo heya kîjan radeyê rûdanên berava Sûrîyê wê bandorê ser dîyaloga navbera HSD û desthilatdarên Dîmeşqê bike?

Şîrovekarê rewşa Sîyasî Egîd Mişmiş dibêje tevî rûdanên beravê, lê civaka navnetweyî garantorê dîyaloga HSD û Dîmeşeqê ye û HSD di dîyalogê de rijd e.

“Rûdanên li Berava Sûrîyê û Himsê wê bawerîya herdû alîyan bi hev kêm bike,” Mişmiş got.

Li alîyekî din, diplomata kurd ya naskirî Îlham Ehmed di hevpeyvînek berê de bi Dengê Amerîka re got, ku tevlîbûna HSD di nava artêşa Sûrîyê de wê alîkarbe ku kêmahîyên olî û mezhebî di Sûrîya nû de werin parastin.

“Tevlîbûna HSD di nava artêşa Sûrîyê ya nû de wê bihêle mafê kêmahîyê olî û mezhebî di Sûrîyê de were parastin,” Ehmed got.

Karbidestên kurdên Sûrîyê û hevkarên xwe yên xististîyan û Ereb di nava rêveberîya xweser de hewil didin ku dîyaloga bi Şamê re biserxîn in, Lê çavdêr bawerin ku kelemên pêş dîyalogê pirr in, lê Dîmeşeq û Qamişlo pêdivîya wan bi hev heye û ev pêdivî dê wan bighîne hev.

Source link