Nuçe

HSD Dibêje Ser Vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê Ti Plan Wernegirtîye

Berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)Ferhad Samî roja Çarşemê ragihand ku ku komê ji hêzên Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê ti planeke wernegirtiye ku wê vekişîn.

“Bêguman Dewleta Îslamî (DAIŞ) û hêzên din yên nêt xirab li benda derfeta vekişîna Amerîkayê ne ku careke din çalak bibin û bigihin rewşa xwe ya sala 2014’an,” Samî Samî ji Reutersê re got.

Di lûtkeya xûrtbûna xwe ya di 2014’an de, DAIŞ bi mîlyonan mirov di bin kiryarên terorê de eciqand û serwerîya piranîya heremên hevbeş yên Îraq û Sûrîyê bi dest xist.

Televîzyona NBC News roja Çarşemê ji zarê du karbidestên berevanîyê yên Amerîkî ragihand ku, wezareta berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) plan dike ku hemû hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişîne.

Amerîka, HSD ya bi pêşengîya Kurdan, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek hevbenda serekî dîyar kiriye, , lê Tirkîyê ya cîran komê wek gefeke ewlehîya neteweyî dibîne.

Pentagonê di Berfanbarê de gotibû ku li Sûrîyê 2000 leşkerên wê hene û ewê hevkarîya bi HSD’ê re bidomîne.

Jêder:Reuters

Source link