HSDyê bîlançoya şer belav kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir û ragihand, bi dehan çekdarên komên êrişka hatine kuştin.
Êrişên çekdarên ser bi Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û şervanên HSDyê jî parastina herêmên di bin kontrola xwe dike.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê êrişan daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di şer û pevçûnên vê dawiyê de dehan çekdarên Artêşa Niştamanî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike hatin kuştin panzêrek û du wesayîtên doçkabarkirî hatin rûxandin.
“Êrişî gundên Minbicê tê kirin”
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê wiha ye:
“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrişî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kirin.
Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû dide.
Li herêma Pira Qereqozaqê jî hêzên me erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqand.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker çarxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.
Li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan ên li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birin.
“Bi dehan çete hatin kuştin”
Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Hêzên me dest danîn ser 2 tankan û çekeke obûsê tevî guleyên wê.
Her wiha panzêreke BMB û 2 erebeyên doçkabarkirî yên çeteyan îmha kirin.
Şer û pevçûn li van herêman dewam dikin.”
Nasnameyên 16 şervanan hat eşkerekirin
Li aliyê din HSDyê nasnameyên 16 şervanan ên ku di êrişên çekdaran de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HSDyê diyar kir ku şervanên bi navê Şadî Ebdo, Eymen El Serhan, Ebûd Elî, Beşar Yûsif, Mehmûd Osman, Mihemed Nûr El Ehmed, Mihemed Seîd, Mihemed Şêx Mihemed, Kawa Hebşo, Qusey El Marûf, Fewaz Mihemed, Bîlal El Şêx Ehmed, Emar Hisên, Ehmed El Mele, Îbrahîm Menla Xelîl û Mihemed Îbî di şer û pevçûnên li hemberî çekdarên radîkal de canê xwe ji dest da.
li hember dagirker û çeteyan xwe kir mertal, li ser bedena wan a pak xeyalên dijmin û planên wê yên mêtingeriyê têk çûn û bi saya wan êriş hatin şikandin.