Nuçe

ÎDIR – Bazara Heywanan ji ber nexweşiya tebeqê…

Hewlêr (rûdaw) – Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê Bazara Ajelan ji ber nexweşiya tebeqê bi awayekî demkî hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Îdirê, di lêkolînên li bajêr de nexweşiya tebeqê hatiye tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Gelî xwediyên ajelan, ji ber ku li parêzgeha me nexweşiya tebeqê hatiye dîtin, Bazara Ajelan dê ji 7ê Sibata 2025an heta dawiya dema karantînayê bi awayekî demkî were girtin.

Ji bo ku nexweşî belav nebe, girîng e ku hûn guhê xwe bidin van tedbîran.”



Source link