Îran Pêşwaziyê li Banga Rêberê PKK’ê ya Çekdanînê Dike
Îranê pêşwazî li banga damezrênerê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan kir ku ji koma mîlîtanên Kurd re daxwaza çek berdanê kir û ev yek wek gavek ber bi “Bidawîbûna tundûtûjiyê” ve nirxand.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dehan sal in li dijî dewleta Tirk serhildanek çekdarî dabû destpêkirin.
Di guhertineke mezin de, Ocalan du roja berê got ku “divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe bihelîne”.
Lê PKK, ku serkirdayetiya wê ya leşkerî piranî li çiyayên bakurê Iraqê ye, hîna bersivek zelal nedaye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Esmaîl Baqayî roja Înê di daxuyaniyekê de got ku Tehran wê gavê wek “gaveke girîng ber bi aramiyê û dawiya tundûtûjiyê ve” dibîne.
Îran ev demeke dirêje komên çekdar ên Kurd bi handana aloziyan û pêkanîna operasyonan di nav sînorên xwe de tawanbar dike.
Di Adara 2023an de, Îranê bi Iraqê re peymanek ewlekarî îmze kir ku armanca wê bêçekkirina komên serhildêr û derxistina wan ji deverên sînorî ye.
Jêder: AFP