Nuçe

Îraqê 195 malbatên din ji Kampa Holê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Karwaneke din a malbatên çekdarên DAIŞê ku ji 195 malbatan pêk tê, ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin Îraqê.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew karwana malbatên çekdarên DAIŞê êvara îro gihiştine Îraqê.

Zêdetirî 16 hezar kesûkarên çekdarên DAIŞê yên Îraqî li kampa Holê mane ku bên vegerandin.

Kontrola Kampa Holê niha di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Elî Cihangîr ragihand ku ev 23yemîn karwana malbatên DAIŞiyan e ku tên vegerandin û di vê karwanê de 593 kes hene.

Heta niha zêdetirî sê hezar malbatên çekdarên DAIŞê yên Îraqî ji kampa Holê hatine vegerandin û hejmara endamên wan nêzîkî 13 hezar kes e.

Ew kesûkarên DAIŞê yên tên vegerandin dê pêşî li kampa Cedayê ya li bajarê Mûsilê bên bicîhkirin û piştre jî vegerin cihên xwe yên berê yên li parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Enbarê.



Source link