
ISIG: Di nav 4 mehan de 24 zarokên karker mirine
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) a mirina zarokan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 4 mehên dawî de 24 zarokên karker mirine.
Di sektora çandiniyê de herî zêde zarokên Rihayî mirine.
Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora mirina zarokan a ji meha Kanûna Paşîn a 2025an heta roja 3ê Gulana 2025an eşkere kir.
Li gor raporê di nav 4 mehan de herî kêm 24 zarokên karker mirine.
ÎSIG dibêje, herî dawî li gundê Kangirli yê navçeya Lapsekiyê yê parêzgeha Çanakkaleyê Şerafettin Başarir ê 15 salî di dema kar de birîndar bûye û ji sedî 85ê laşê wî şewitiye û piştî 10 rojan li nexweşxaneyê miriye.
ISIG daxwaza qedexekirina karkirina zarokan kiriye û daxwazên xwe wiha rêz kirine:
1- Divê xebitîna zarokan bê qedexekirin, perwerdeya pîşeyî divê bi awayekî ku li gorî bipêşveçûna zarokan be bê plankirin û divê di çarçoveya rêkarên fermî de be.
2- Divê perwerde di her astê de belaş be, divê mufredat li gorî zanistê be û bi awayekî ku têkiliyê bi jiyanê re deyne bê birêxistinkirin.
3- Divê qadên me yên jiyanê ji madeyên hişbir û çeteyan bên paqijkirin û divê ji bo bipêşveçûna zarokan çalakiyên spor, huner, çandî û hwd. bên guncandin.