Ji bo piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê…
Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê da.
Li hinek herêmên bilind jî berf dibare.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li parêzgehên Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Agirî, Mûş, Qers, Bedlîs, Erzirom û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.
Li Colemêrg, Şirnex, Îdir, Erdexan û Wanê jî baran dibare lê ne gur e.
Her wiha ji bo hinek herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya berfê hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê ji ber egera lehî, brûsk, zîpik û pirsgirêkên trafîkê hişyarî da xelkê li van bajaran û ji wan xwest tedbîrên pêwîst wergirin.
