Karayilan: Bi peyameke vîdeoyî çek nayêne danîn
Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Komîteya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan li ser danîna çekan got, “Bi peyameke vîdeoyî çek nayêne danîn.”
Murat Karayilan di bernameya Stêrk TVyê de axivî û behsa peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û rojevê kir.
Endamê Komîteya Birêveber ya KCKyê got, ” Baş e, ma tenê bi bangekê ev kar diqede?!
Karayilan dibêje ku ew li Rojava nînin û ti têkiliyên wan ên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinekê re nînin.
“Em ne li Rojavayê Kurdistanê ne”
Karayilan li ser îdiayên hebûna PKKyê ya li Rojavayê Kurdistanê got:
“Tenê nabêjin ‘li Rojava PKK heye dibêje, ‘Li Rojava desthilatdariya PKKyê heye û ez dê wê tune bikim.’
Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Wekî mînak, HTŞ niha ji aliyê hinek dewletan û Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya terorê de ye.
Em wekî PKKyê li Rojava nînin. Li Rojava ti têkiliyên me yên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinê re nînin.
Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane.
Dema DAIŞê êriş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şingalê û bêguman Kobanî û Rojavayê lê em vegeriyan.”
“Helwesta desthilatê ne zelal e”
Endamê Komîteya Birêveber a KCKyê diyar kir ku helwesta desthilatê Tirkiyeyê ya li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd ne zelal e û wiha berdewam kir:
“Helwesta hikûmetê di vê mijarê de ne zelal e.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çend caran axivî û got,’Em piştgiriyê didin gotinên Bahçelî’ lê di pratîkê de berevajiyê wê dike.
Ji bo destpêkirina qonaxeke nû û aştiya Kurd û Tirkan ti gavên erênî navêje.
Divê em vê bibînin ku heta niha inkar dikirin ku şer heye. Xuya ye ku şer heye ku pêwîstî bi aştiyê heye.
Erdogan bi xwe jî dibêje, ‘Her kes dê ji aştiyê sûdê wergire.’ Baş e, ma divê zimanê ku tê bikaranîn jî li gorî aştiyê nebe?!
Her wiha divê kiryar jî li gorî aştiyê bin lê hemû kiryarên wan berevajî vê yekê ne.”
Murat Karayilan li ser bangên desthilatê yên ji bo “danîna çekan” jî wiha got:
“Ev ne pirsgirêka me ye, pirsgirêka wan e. Divê ew kesên ku vê bangê dikin û dibêjin ‘bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive’ ji bo bi pêşketina pêvajoyê bixebitin.
Eşkere ye ku Devlet Bahçelî ev bang ne ji ber serê xwe kiriye. Li pişt wî dewlet, herî kêm beşek ji dewletê heye.
Em vê baş nizanin lê eşkere ye ku ew ne bi tena serê xwe ye; bêguman herî kêm aliyekî dewletê di vê mijarê de heye.
Eger ew îro li gorî gaziyên xwe tevbigerin belkî pêvajo berdewam bike. Eger ne wiha be, tiştek pêş nakeve.
Ji ber ku tiştên ku hikûmeta AKPyê niha dike ne ji bo aştiyê, ji bo şer in. Berî her tiştî divê ziman bê guhertin.
Civaka Kurd heta niha gelek caran hatiye xapandin. Gelê me baweriya xwe bi siyaseta dewleta Tirk nayne.
Berî her tiştî divê bawerî were avakirin û gavên ji bo afirandina baweriyê werin avêtin.
Heta ev ziman, ev kiryar û ev hewl neyên guhertin, ti pêvajo bi pêş nakeve.”
“Divê Ocalan bikeve dewrê”
Endamê Komîteya Birêveber a KCKyê behsa axaftinên berpirsên AKPyê jî kir û wiha domand:
“Rayedarên AKPyê, herî dawî Berdevkê AKPyê Omer Çelîk jî axivî û dibêje ‘bila Ocalan banga danîna çekan bike.’ Em bibêjin ku Ocalan bang kir.
Baş e, ma bi tenê bangekê ev kar diqede?!
Em tevgereke bi dehan hezar çekdar in. Ev hêz ne wisa ye ku ji bo pereyan hatibe û dema meaşê wan were birîn û bê gotin ‘here malê’ dê vê yekê bike.
Ev hêzeke îdeolojîk e; civakeke mirovên bawermend e. Fedayî ne, heta ku ew kesê ku ev îdeolojî afirandiye, Rêber Apo bi xwe bi wan re nekeve pêwendiyê, bi van hevalên re neaxive, bi tenê bi bangeke vîdeoyî tiştekî nabe.
Heta rêberiya me bi vê hêzê re her tim neaxive, dê çawa wan ji bo danîna çekan qanih bike!
Erê, ez jî niha yek ji berpirsiyarên vê tevgerê me û ez bi gerîla re mijûl dibim; ez bi xwe jî gerîla me lê ez nikarim bangî kesî bikim û bibêjim ‘çekên xwe deynin’.
Ez wisa jî nabêjim. Îro li Zapê di nav 200 metreyan de leşkerên dewleta Tirk û hevalên me bi hev re şer dikin.
Ez dê çawa ji hevalên li wir re bibêjim çekên xwe deynin. Ez di vê mijarê de ti mafî di xwe de nabînim.
Bi kurtasî divê Ocalan bikeve dewrê. “
Karayilan anî zimên ku ji bo çekdanînê, divê PKK kongreya xwe bicivîne û biryarekê bistîne û ev yek jî tenê bi midaxaleya Ocalan mumkun e.
“Em ne aşiqê çekan in”
Endamê Komîteya Birêveber a KCKyê behsa kongreya PKKyê kir û wiha got:
“Ji bo çekdanînê divê biryar were dayîn. Wekî nimûne divê biryara kongreyê hebe.
Divê kongreya PKKyê bicive û biryareke wiha bistîne. Ev hemû kar kî dikare bike?
Rêber Apo dikare bike. Rêber Apo dikare bangî kongreyê bike; dema kongre bicive Ocalan dikare tê de biaxive.
Eger bi fizîkî li wir nebe jî dikare gelek caran peyamên xwe bişîne. Ev ne mijareke asayî ye.
Hevalên me û fedayiyên vê tevgerê heta ku Rêber Apo azad nebe, nayên îqnakirin ku dev ji çekan berdin.
Niha gelek kes behsa tecrîdê dikin û dibêjin ‘bila tecrîd were rakirin’. Êdî rakirina tecrîdê ne çareserî ye.
Divê Rêber Apo azad bibe. Êdî ev dem hatiye.
Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve divê azad bibe.
Ji bilî Ocalan ti kes ji me nikare vî karî bike, yanî kongreyê bicivîne ji bo çekdanînê, hemû hevalên me îqna bike û razîbûna wan bistîne.
Pêşî divê agirbestek hebe. Heta ku agirbest nebe em çawa dikarin çekdanînê bixin rojevê!
Her roj çek tên bikaranîn û em bi çekan xwe diparêzin.
Em ne aşiqê çekan in; em aşiqê azadî, demokrasî û jiyana wekhev in. Em ji bo van canê xwe didin.
Eger ev pêk werin, bê guman êdî wateya çekan namîne.
Divê em ji bîr nekin ku ev ne tenê pirsgirêkeke 50 salî ye. Yanî mesele ne tenê pirsgirêka PKK û dewleta Tirk e.
Em berdewamiya Şêx Saîd, Seyîd Riza, Rindexana Elî Yunus û Biroyê Heskî Têlî ne.”