KCK li ser rapora Komîsyonê çi dibêje?
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyanî da.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bal kişand ser pêdiviya têkoşînê û got:
“Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çerseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”
Li gorî nûçeya ANFyê, daxuyanî bi vî rengî ye:
“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di 5ê Tebaxa 2025an de hat avakirin, encama xebata xwe ya bi mehan weke rapor di 19ê Sibata 2026an de pêşkêşî raya giştî hat kirin.
Ev rapor bi berfirehî tê nîqaş kirin. Ji ber ku rasterast bi Tevgera me ve eleqedar e, me hewce dît ku nêrînên xwe ya li ser raporê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
Lêgerîna Rêbertiya me, ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê 33 sal in ku ji sala 1993yan û vir ve dest pê kir, dewam dikin. Pêvajoya ku di dema serokkomariya Ozal de dest pê kir, îro gihiştiye qonaxeke nû.
Nîqaş û muzakereyên li ser çareserkirina şer ku ev 33 sal in didome, di xalên çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de ezmûnên mezin hatine bidestxistin. Eşkereye ku Rêber Apo ji sala 1988an bi hevpeyvîna xwe ya li gel M. Alî Birand û vir ve her tim ketiye nava hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê.
Di her firsendê de ji bo çareseriya demokratîk bang kiriye û ji bo zemîna çareseriyê ava bike, gelek caran agirbest îlan kiriye.
Helwesta Rêber Apo ya di vê mijarê de hem ji aliyê gelê me û hem jî ji aliyê raya giştî ya navxweyî û derve baş tê zanîn. Dewleta Tirk û hêzên siyasî jî rastiya vê helwesta Rêber Apo baş dizanin.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an, di axaftina xwe ya li koma Meclisê bang li Rêber Apo kiribû. Bê guman ev bang bêyî agahiya Serokkomar Tayyîp Erdogan nehat kirin. Li hemberî vê Rêber Apo jî diyar kir ku eger derfet jê re bê dayîn ew xwedî wê hêzê ye ku pirsgirêka Kurd û pêvajoya têkoşînê ya berdewam bîne ser zemîneke siyasî û hiqûqî.
Rêber Apo piştî hevdîtinên bi şandeya DEM Partiyê û rayedarên dewletê re, 27ê Sibatê li Îmraliyê bi hebûna şandeya DEM Partiyê re banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Pervîn Bûldan û Ahmet Turk, ev bang li pêşberî bi sedan rojnamegeran, bi dengekî bilind xwend.
Rêber Apo ji demokratê şoreşger ê hêja Sirri Sureyya Onder re got ku xalên ku di vê bangê de hatine behskirin tenê bi bicihanîna şertên qanûnî û siyasî dikarin werin pêkanîn. Piştî xwendina daxuyaniyê Sirri Sureyya Onder jî van xalan bi raya giştî re parve kiribû.
PKKyê kongreya xwe ya 12emîn di navbera 5-7ê Gulana 2025an de kom kir, biryar da ku avaniya xwe ya rêxistinî fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Ji bo xalên di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de pêk werin, biryar hate dayin ku divê Rêber Apo rolê wergire.
Bi fesixkirina PKKyê û rawestandina têkoşîna çekdarî re qonaxa bicihanîna pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ya ji aliyê dewletê ve dest pê kir.
Rêber Apo di demên bêşer û hevdîtinên bi dewletê re timî anî ziman ku divê Meclis bikeve dewrê. Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir ku divê komîsyonek Meclisê bikeve bin barê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye.
Di serî de DEM Partî û CHP partiyên din ên siyasî jî diyar kir ku divê ev pirsgirêk bikeve rojeva Meclisê. Piştî ku raya giştî ya demokratîk ev daxwaz danî holê, tifaqa AKP-MHPyê jî biryar da ku komîsyon bê avakirin.
Avabûna komîsyoneke berfireh a ji 51 kesî ku piraniya partiyên li binê sîwana Meclisê di nav de ye, ji bo dîroka Tirkiyeyê bû gaveke girîng. Jê re Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hatibe gotin jî tê zanîn ku ev komîsyon bi esasî têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên ji ber wê ava bûye.
Rêber Apo, tevgera me û gelê me girîngieyek mezin da vê komîsyonê. Ev yek ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve tê zanîn. Lewma bendewariya ji vê komîsyonê bilind bû. Ji ber vê jî timî di rojevê de ma.
Kêmasiyên xwe hebin jî di serî de serokên berê yên Meclisê, li gelek derdoran guhdarî kir. Piraniya kesên li wan hate guhdarîkirin jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe anîn ziman. Bi derengî û bi kêmasî jî be çû Îmraliyê û li Rêber Apo guhdarî kir.
Rêber Apo ji komîsyonê re ragihand ku sedemên pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha tifaq û xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî ji bo çareseriyê bê nirxandin û çareserî jî li ser bingeha naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd bi entegrasyona demokratîk be.
Rêber Apo ji xwe timî destnîşan dike ku pirsgirêka Kurd divê bi entegrasyona demokratîk bê çareserkirin. Anî ziman ku ev yek jî bi destberdana ji înkarê, bi mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd û xwebirêvebiriya xwe dispêre demokrasiya xwecihî dikare pêk were.
Gelê Kurd jî timî destnîşan kir ku ew li pey vê projeya çareseriyê ya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî her firsendê anî ziman ku Rêber Apo mizakerevanê sereke ye. Her kes zane ku em jî girêdayî îradeya Rêber Apo ne.
“Xwedî gelek kêmasiyên bingehîn û şaşitiyan e”
Rapora komîsyonê ya piştî karê bi mehan hate eşkerekirin, xwedî gelek kêmasiyên bingehîn û şaşitiyan e. Naveroka raporê ji ber van kêmasî û şaşitiyên bingehîn lawaz bûye. Bê guman ji ber nebûna demokrasiyê pirsgirêka Kurd bêçareserî maye. Ji xwe ji bo Kurd sûdê jê wernegirin û pêşî li çareseriya pirsgirêkê venebe, bi israr xwe ji demokratîkbûnê vegirtine.
Di raporê de nav li pirsgirêka Kurd nayê kirin. Heta ku nav li vê pirsgirêkê neyê kirin çareseriya wê ne pêkan e. Di raporê de tê gotin, çareseriya pirsgirêkê bi jiholêrakirina sedemên wê yên bingehîn ve girêdayî ye lê belê ev sedemên bingehîn û sedemên wê nayên danîn.
Ya ku Tirkiye 100 sal in lê asê maye ev e. 100 sal in ne bi sedeman lê bi encaman mijûl dibe. Sedema 100 salî înkarkirina Kurdan e. Her çend tê gotin ku qaşo dest ji înkarê hatiye berdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tê xwestin ku ev înkar dewam bike.
Ji ber vê yekê di raporê de qala hebûn û pirsgirêka Kurdan nayê kirin. Lewma behskirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji aliyê civakî, çandî, siyasî û hiqûqî ve qîmetekî xwe nîne.
Ji bo pirsgirêka Kurd neyê gotin bi israr pirsgirêka terorê tê gotin. Tê gotin, çareseriya mayînde ya pirsgirêka terorê bi demokratîkbûnê dibe. Ya rast di raporê de tê qebûlkirin ku şer ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Tê destnîşankirin ku heta niha bi feraseta ewlekariyê nêzî pirsgirêkê bûye. Tê gotin, bi vê nêzîkatiyê pirsgirêk nikare bê çareserkirin. Bi vî rengî li aliyê siyasî, çandî û civakî yên pirsgirêka Kurd mikur hatiye.
Ev yek jî tê wateya qebûlnekirina hebûna Kurdan û neçareserkirina pirsgirêkên wan. Di raporê de qala hebûn û pirsgirêka Kurd nayê kirin, her tişt di çarçoveya terorîzmê de tê bicihkirin. Bi vî rengî feraset û polîtîkaya berê tê dewamkirin.
Di raporê de gelek caran qala demokratîkbûnê tê kirin. Bi vî rengî nebûna demokrasiyê weke çavkaniya pirsgirêkê tê qebûlkirin ku ev yek wê hebûn û mafên bingehîn ên Kurdan bide qebûlkirin. Gelo bêyî ku hebûn û pirsgirêka Kurd bê bilêvkirin û destnîşankirin demokratîkbûn wê çawa bibe? Gelo demokratîkbûn wê bêyî Kurdan bibe? Mantiqê raporê vê yekê diyar dike.
“Em qebûl nakin ku mohra terorîzmê li tevgera me tê xistin”
Li aliyê din pirsgirêka Kurd a ku 100 sal in dewam dike, têkoşîn, berxwedan û îtirazên gelê Kurd bi hêzên derve ve têne girêdan. Tevgera me ya azadiyê bi hêza gelê xwe li hemberî her cure zor û zehmetiyan bi fedaîtî li ber xwe dide û 52 sal in têdikoşe.
Dewleta Tirk jî dehan sal in rewşa xwe ya jeopolîtîk û endametiya NATOyê bi kar tîne, bi vî rengî piştgiriyê ji hêzên derve werdigire û êrişî tevgera me ya azadiyê dike. Rêber Apo bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û Îngilistanê serkêşî jê re kirin.
Eger têkoşîna me ya azadiyê xwe nesparta hêza xwe û gelê xwe 52 salan nikarîbû dewam bikira. Ya rast, dewleta Tirk xwe dispêre hêzên derve, li gorî polîtîkaya hêzên derve û bi polîtîkaya li dijî tifaqa Tirk û Kurd a 1000 salî tevgeriya û kir ku pirsgirêk girantir bibin.
Ji ber vê yekê jî gotina ku dibêjin, tevgera me ya azadiyê xwe dispêre hêzên derve ji bilî propagandaya şerê taybet û reşkirinê ya klasîk nayê ti wateyê.
Di nava me de jî li gel ku hin kesan bûyerên ku Rêber Apo û tevgera me qebûl nakin kiribin jî têkoşîna me weke yek ji têkoşînên azadiyê yên herî pak û bi rûmet cihê xwe di dîrokê de girt. Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku mohra terorîzmê li tevgera me bê xistin.
Bi deh hezaran mirov ji aliyê hêzên leşkerî, polîs û milîs ên dewletê ve hatin kuştin. Bê guman di şerê bi dehan salan de aliyan bi hezaran windahî dan. Rêber Apo gelek caran pêşniyar kir ku komîsyona lêkolînkirina heqîqetan bê avakirin, sûcên şer ên di dema şer de hatin kirin bê lêkolîn.
Bi kurtasî rast nîne ku windahî ji yek alî ve bê nîşandan. Ji xwe em dibêjin ku şerek heye, encamên xwe giran e, lewma pirsgirêk êdî bi şer nikare bê çareserkirin.
Bi kurtasî têgeha terorîzmê ku di raporê de timî tê gotin, derbê li ruhê raporê dixe û rewşeke welê diafirîne ku sedemên esasî yên pirsgirêkê vedişêre.
Mijareke din a cuda ye ku mirov neyîniyên şer dînin holê lê belê mijara ku komîsyon li ser disekine pirsgirêkên ji ber nenaskirina mafên bingehîn û hebûna Kurdan e. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û girêdayî vê yekê pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Dema ku pirsgirêk bi vî rengî bê nirxandin wê çareserî jî hêsan bibe. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku mirov li ser uslûb, rê û rêbaza ku çareseriya pirsgirêkê hêsan dike bisekine.
Di raporê de bi dehan caran têgeha demokratîkbûnê hatiye bikaranîn. Her wiha qala mafên bingehîn, maf û hiqûqê, azadiya fikrî û rêxistiniyê hatiye kirin. Destnîşankirina van têgehan bi şênberî radixe pêş çavan ku çavkaniya pirsgirêkê hêzên derve yan jî hinceta terorê ya hatiye bikaranîn nîne.
Lewma eger naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd ku cewhera pirsgirêkê ye û bicihkirina demokrasiyê wê çareseriya pirsgirêkê pêk bîne ku sedema avabûna komîsyonê ye. Wê hingî karibe bê gotin ku komîsyonê di çareseriya pirsgirêkê de rol wergirtiye.
Mijareke din a ku di raporê de li ser hate rawestîn jî danîna çekan û vegera li Tirkiyeyê ye. Rêber Apo îradeya siyaseta demokratîk danî holê. Em dibêjin, jiyana me ya ji niha û pê ve ya siyasî û stratejiya me ya têkoşînê wê li ser bingeha siyaseta demokratîk be. Ji ber vê jî danîna çekan li ser bingeha azadiya siyaseta demokratîk hatiye nirxandin.
“Gerîla ne ew kes in ku li vegera li malê difikirin”
Rêber Apo jî destnîşan kiriye ku dixwaze jiyana xwe ya siyasî bi meşandina siyaseta demokratîk dewam bike. Mijareke din a ku li Tirkiyeyê bi rengekî rast nehatiye nîqaşkirin û di rapora komîsyonê de bi rasteqînî nehatiye destnîşankirin ev e. Em kesayetên ji rêzê nînin.
Gerîlayên rahiştine çekê jî ne ew kes in ku li vegera li malê difikirin. Gotina, dest ji çekê berdin û vegerin malê nêzîkatiyeke welê ye ku rûmetê dişikîne. Wê çekan deyne lê belê piştî wê, wê çi bibe? Feraseteke entegrasyona demokratîk, siyaseta demokratîk, paradîgmayeke Rêber Apo, modela wê ya rêxistinbûnê û rêbazeke wê ya kar heye.
Li ser vê bingehê dê têkoşîna siyasî demokratîk a azad karibe bê kirin? Naxwe eger bi vî rengî nebe, çima bikeve nava atmosfereke heyî ya siyasî ku yên li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk dikin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîna demokratîk dimeşînin sûcdar tê dîtin û girtin.
Lewma danîna bi temamî ya çekan û vegera li Tirkiyeyê tenê li ser bingeha azadiya rêxistinbûn û fikrî, garantîkirina siyaseta demokratîk a bêyî astengiyê û destnîşankirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi entegrasyona demokratîk dibe.
Ferzkirina atmosfereke welê ya siyasî ku tasfiyekirina bi temamî li tevgera me ferz dike û azadiya siyaseta demokratîk lê nîne, dewamiya mejiyê berê ye.
Ji ber vê jî gelekî girîng e ku gavên demokratîkbûnê yên ji entegrasyona demokratîk a çareseriya pirsgirêka Kurd bêne avêtin. Heta ku sedemên pirsgirêkê ji holê neyên rakirin, ti wateya gotina dest ji çekê berdin û bên, nîne.
Eger bangeke ji bo siyaseta demokratîk a azad hebe, wê girîng be ku guhertinên qanûnî yên di rapora komîsyonê de qala wan hate kirin bi lez bi cih bê anîn.
Me partî fesix kir, têkoşîna çekdarî danîn, pêwîstiyên vê bi cih anîn. Niha jî pêwîstî bi bicihanîna pêwîstiyên hiqûqî û siyasî yên pêşvebirina vê pêvajoyê heye.
“Divê rêber apo azad bibe”
Dema ku me kongreya 12emîn li hev kom kir, biryara fesixkirinê da û têkoşîna çekdarî rawestand, me destnîşan kir ku pratîkkirina tiştên di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de hatin gotin tenê ji aliyê Rêber Apo ve dikare bi cih bê anîn.
Eger li gel saleke ku di ser banga 27ê Sibatê re derbas bûye hîn bipêşketin nebûye, sedema vê jî ew e ku Rêber Apo xwedî mercên azad ên karkirinê nîne.
Mixetabê esasî yê mijara ku komîsyona Meclisê rapor amade kiriye Rêber Apo ye. Ji xwe dewletê bi gotin û daxuyaniyên xwe ev qebûl kiriye. Ji ber vê jî ji bo xalên ku di banga 27ê Sibatê de bi temamî û rast bi cih bê anîn divê Rêber Apo azad bibe.
Ji bo vê jî mixetabiya ku dewletê di pratîkê de qebûl kiriye divê bi awayê fermî bê qebûlkirin û ji bo Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe divê mercên azad ên karkirinê ji bo wî bêne afirandin.
Heta ku ev neyê kirin, cidiyet û baweriya dewletê ya li ser mijara polîtîkaya çareseriyê wê timî bibe cihê pirsê.
Eger Tirkiye li ser mijara rizgariya ji pirsgirêkan hemûyan û li ser bingeha xwişk û biratiya Tirk û Kurdan û bûyîna hêza xurt a li ser bingeha demokratîk li Rojhilata Navîn cidî û bi biryar be, wê demê divê Rêber Apo bi rengekî eşkere mixetab bibîne û derfetan biafirîne ku Rêber Apo karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive.
Eger nayê xwestin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi temamî bixitime û encamên erênî yên ku qala wan tê kirin bê bidestxistin, hingî afirandina mercên karkirinê yên azad ên Rêber Apo wezîfeyeke lezgîn e ku divê bê pêkanîn.
Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna li Tirkiyeyê gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê divê ji ber vê yekê bi berpirsyarî rabin.
Ev pirsgirêkeke gelekî girîng e û divê ji însafa dewletê tenê û hewldanên Tevgera Azadiyê re neyê hiştin. Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Li her derê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi têkoşînê bûye. Li ser vê bingehê di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de divê her kes xwedî li vê bangê derkeve, têkoşînê bilind bike û ji bo hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bînin rola dikeve ser milê xwe bi cih bîne.”
