Nuçe

KCKyê ji bo taxên Kurdan bangî Kurdên çar…

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê êrişên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê wekî “hewldana sabotekirina çareseriyê” bi nav kir û bangî Enqereyê kir ku “piştgiriyê bide Kurdên Sûriyeyê.”

KCKyê li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi tundî hatin rexnekirin û hat destnîşankirin ku ev rewş bandoreke neyînî li hewldanên diyalogê dike.

“Beasê bi rîh li ser Sûriyeyê rûniştiye”

KCKyê diyar kir ku êriş ji aliyê komên bi serkêşiya Ehmed Şer (Colanî) ve têne kirin û birêvebiriya nû ya Şamê wekî “Beasê bi rîh” pênase kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Desthilata Beasê rûxiya, niha Beasê bi rîh wekî kabûsekê li ser Sûriyeyê rûniştiye.

HTŞya ku Şam bi dest xistiye, êrişî gel û baweriyên ku wekî wê nafikirin dike.

Pêşî êrişî Elewî û Durziyan kirin, niha jî êrişî Kurdan dikin.

Kurdên li van taxan hewl didin nasnameya xwe biparêzin û ji bo bibin parçeyekî Sûriyeya Demokratîk li ber xwe didin.”

“Hewldana sabotekirina çareseriyê ye”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Kurd zêdetirî 100 salan e li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dijîn û ev 15 sal in li hemberî hemû êrişan li ber xwe didin.

KCKyê diyar kir ku birêvebiriya Ehmed Şer tehemulî gel û baweriyên cuda nake û wiha pê de çû:

“Eger dixwazin bibin desthilateke rewa û yekîtiya Sûriyeyê biparêzin, divê dev ji van nêzîkatiyan berdin.

Ev êriş hewldana sabotekirina pêvajoya diyalogê û çareseriyeke maqûl in.”

Her wiha hat diyarkirin ku komên êrişkar ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin û “xwedî zihniyeta DAIŞê ne.”

Banga li Tirkiyeyê: Wekî Tirkmenan xwedî li Kurdan jî derkevin

KCKyê amaje bi nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê û daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û wiha bangî Enqereyê kir:

“Ev Kurd, xizmên Kurdên Tirkiyeyê ne. Me xwest ku Tirkiye çawa xwedî li Tirkmenan derdikeve, wisa xwedî li Kurdan jî derkeve û li Sûriyeyê roleke erênî bilîze.

Eger Tirkiye dixwaze sedsaleke nû li ser bingeha biratiya Kurd û Tirkan ava bike, ya ku divê bike ev e; em banga xwe ya di vî warî de ducare dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de KCKyê bangî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku xwedî li berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derkevin.



Source link