
Kekê wî şekir xist devê wî, ji mirinê filitî
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bebikê 16 rojî yê ku birayê wî yê 4 salî şekir xist devê wî ji mirinê filitî.
Zarokê 4 salî, dema ku bi birayê xwe yê 16 rojî Muhammed Boranê re dilîst, rastî rewşeke ecêb hat.
Dema ku birayê mezin xwest şekirê behîvê yê ku jê hez dikir, bide birayê xwe jî, şekirok kete qirika birayê biçûk!
Dema ku ev tevgera birayê mezin hat fêmkirin, Muhammedê pitik êdî bi zehmetî bêhn digirt û ser û çavên wî reş û şîn bûbûn.
Malbata ku kete telaşê yekser bazda Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Li nexweşxaneyê Dr. Selîm Ozkaya û ekîba wî yekser Muhammedê biçûk birin odeya emeliyatê.
Bi mudaxileyeke serketî ya bijîşkî şekirokê behîvê hat derxistin û pitik cardin bêhn wergirt
Bavê wî Osman Tutar got: “Kurê min ê 4 salî xwestiye ku şekirê xwe bi birayê xwe re parve bike. Bi kêliyekê bêhişmendiyê tişên nexweş dikarin çêbibin,” û hişyarî da hemû malbatan.
Dr. Ozkaya jî tekez kir ku divê zarokên pitik bi birayên xwe yên mezin re bi tenê neyên hiştin û got:
“Nexweşê me bi şans bû ji ber ku şekirokê rêya bêhnê bi tevahî asteng nekiribû û karîbûn ew bigihînin nexweşxaneyê.”
Baş bû ku ew şekirê ku birayê wî bi dilpakî pêşkêş kiribû, bi saya mudaxileya bilez bi encameke xweş qediya. Muhammedê pitik niha bi saxlemî li ba malbata xwe ye.