Nuçe

Keskîn Bayindir: Konferans nîşaneya yekrêziya…

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir diyar kir ku konferans nîşaneya yekrêziya Kurdan e.

Çavên her çar parçeyên Kurdistanê li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê ye.

Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed,  Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve dibin.Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji bo piştgirî û tevlîbûna konferansê li Rojavayê Kurdistanê ne.

“Silavên Bakurê Kurdisanê ji we re dişînim”

Keskîn Bayindir di destpêka konferansê de axaftinek kir û got:

“Em wekî DBP, TJA û DEM Partiyê dixwazin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêzdar Ocalan bi piştgiriyeke xurt bigihînin 4 parçeyên Kurdistanê û cihanê.

Beriya banga Rêzdar Abdullah Ocalan wî ji Heyeta DEM Partiyê re eşkere kiribû ku divê li Rojavayê Kurdistanê nêrîn helwesta hemû alî û aktorên siyasî bên wergirtin.

Di vê çaroveyê de me li Rojavayê Kurdistanê,Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û diyasporayê nêrîna hemû kesî wergirt.

Me nêrînên wan gihandin Rêzdar Abdullah Ocalan û ew bangewazî ji cihanê re hat parvekirin.

Kurd li Rojhilata Navîn xwedî biryar in û bi israr in û 2 tiştên dîrokî û cihanê ne. Yek azadî ye, ya duyem jî aştî ye.

Bingeha wê jî yekrêzî û yekgirtina Kurdan a li Kurdistanê ye.

Ev konferans nîşaneya wê yekê ye ku Kurd yekrêz in hevgirtî ne û bi hev re ne û dê Kurd li cihanê û Rojhilata Navîn bibin gelekî qedim ku azadî û aştiyê dixwaze.

Ev koferans ji gelê me re ji me re pîroz be.

Ez silav û dilsoziyên gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji konferansê re ji we re dişînim.”

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê beriya 3 rojan ji bo tevlî Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bibe pê re çûbû Rojavayê Kurdistanê.



Source link