KNK: Êrişên li Herêma Kurdistanê binpêkirina…
Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihand ku Rojhilatê Kurdistanê di nav agirê şer de ye û serederiya bi vê rewşê re “hişyarî”yê dixwaze.
KNKyê diyar kir ku bombebarankirina Herêma Kurdistanê binpêkirina yasayên navneteweyî ye.
Her wiha KNKyê destnîşan kir ku erkê hikûmeta Îraqê ye ku “rê nede ti komên çekdar bi rêya şerê wekaletê Herêma Kurdistanê bike armanc.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniyeke xwe de ragihand:
“Her çend Kurdistan ne beşek ji vî şerê hegemonî û desthilatxwaziyê ye jî lê cografyaya Kurdistanê bi giştî di navenda van şer û aloziyan de ye.”
KNKyê got, “Pêwîst e di vê qonaxa aloz de parastina Kurdistanê û berjewendiyên xelkê Kurdistanê erkê pêşîn ê her kesî be.”
“Rojhilatê Kurdistanê di nav agirê şer de ye”
KNKyê ev daxuyanî bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991ê belav kir.
KNKyê di daxuyaniyê de qala rewşa îro ya herêmê kir û got, “Rojhilatê Kurdistanê rasterast di nav agirê şer de ye.”
KNKyê hişyarî da û got, “Ji ber vê yekê, serederiya li gel rewşê hestyarî û hişyariyeke zêde dixwaze.
Dibe ku ev yek ji bo qonaxeke baştir bibe derfeteke baş ji bo rojhilatê welêt.”
Di beşeke din a daxuyaniya KNKyê de wiha hat gotin:
“Pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi hemû çîn û qadên xwe ve, bi hestyarî û cîhanbîniyekê li rewşê binêrin da ku niha û paşeroja Kurdistanê bigihe qonax û rewşeke baştir.
Ji bo vê armancê jî, partî, aliyên siyasî û sivîl û tevahiya xelkê Kurdistanê xwedî erk in ku yekîtî û yekrêziya navxweyî ya Kurdistanê xurt bikin.”
KNKyê her wiha xwest ku alî bi hev re pirsgirêk û qeyranên navxweyî derbas bikin û vê qonaxê bikin derfeteke berhemdar.
Banga li Bexda û Hewlêrê
KNKyê hişyarî da hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê û got: “Çirûska agir gihîştiye Îraq û Herêma Kurdistanê jî.
Ji ber vê yekê, erkê desthilatdarên Bexda û Herêma Kurdistanê ye ku hemû rêyan bi kar bînin da ku agirê şer dûr bixin.
Nabe ku ji vê zêdetir jiyan û silametiya welatiyan bikeve metirsiyê.”
KNKyê bal kişand ser êrişan û got, “Bi taybetî niha rojane bajarên Hewlêr û Silêmaniyê rastî êrişên mûşek û dronan tên.
Erkê desthilata Bexdayê ye ku serweriya axa Îraqê biparêze.
Divê Bexda rê nede ku ti komên çekdar bi rêya şerê wekaletê Herêma Kurdistanê bike armanc û jiyana sivîlan neke qurbaniyê xwestekên xwe.”
KNK di beşeke daxuyaniyê de êrişên li ser Herêma Kurdistanê “bi tundî şermezar dike” û dibêje:
“Têkildarkirina navçeyên sivîlan di nava aloziyekê de ku gelê me ne aliyekî wê ye, binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî û prensîbên mafên mirovan e û bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
