Nuçe

KOBANÎ – HSDyê bi dehan çekdar kuştin: Dronek jî…

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Bendava Tişrînê 37 endamên komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê kuştine.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di êrişa komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê de 21 çekdar ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya HSDyê ve hatine kuştin.

SOHRê her wiha da zanîn ku droneke cureyê “Bayraktar” jî hatiye xistin.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê ku ji 3 aliyan ve li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobaniyê dihatin kirin têk birine û di encamê de 37 çekdar hatine kuştin.

Hat ragihandin ku komên çekdar ji 3 aliyan ve êrişî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobaniyê kiriye.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên komên çekdar têk birine û di encamê de 37 çekdar hatin kuştin.

Hat destnîşankirin ku gelek çekdar jî birîndar bûne û alavên wan ên leşkerî jî hatine têkbirin.

Piştî têkşikandina êrişan, şervanan li dijî komên çekdar operasyona paqijkirina bendavê û derdora wê daye destpêkirin.

Komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê hewla bidestxistina Bendava Tişrînê didin û êrişî derdora wê dikin.



Source link