Nuçe

Komeleya Xwînbexşên Kurdistanê: Em amade ne xwînê…

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Xwînbexşên Kurdistanê bi rêya Rûdawê amadebûna xwe nîşan da ku “bi awayekî cuda” beşdarî alîkariya Rojavayê Kurdistanê bibin.

Serokê Komeleyê dibêje, “Em her dem amade ne û piraniya endamên me dikarin xwînê bidin Rojavayê Kurdistanê.”

Serokê Komeleya Xwînbexşên Kurdistanê Ebdulqehar Elî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Ebdulqehar Elî ragihand, li parêzgehên Herêma Kurdistanê zêdetirî 11 hezar endamên wan hene û cuda ji bexşînên din, ew dikarin bi xwînê beşdarî alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê bibin.

Pêdiviya bi dermanan

Her îro Berpirsê Yekeya Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Dr. Ebas Azad ku niha li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye ji Rûdawê re got, heta niha ji wan re nehatiye gotin ku pêdiviya nexweşan bi xwînê heye, lê diyar kir ku fikreke gelekî baş e û dibe ku di paşerojê de pêdivî bi bexşîna xwînê hebe.

Dr. Ebas Azad got, “Niha pêdiviyeke zêde bi dermanên dijbakterî û dermanên nexweşiyên kronîk heye, piştre jî pêdiviyên hewarçûna destpêkê.”

Nexweşî di nav zarokan de

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê Meryem Ehmedê di bultena Rûdawê de eşkere kir, weba û kuxikeke dijwar di nav zarokên Rojavayê Kurdistanê de belav bûne.

Meryem Ehmedê her wiha behsa wê yekê jî kir ku beşek ji ambulansên tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ketine destê komên çekdar.



Source link