Kurdek dibe qeymeqamê Efrînê | Rûdaw.net
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen got, “Ehmed Şer Kurdekî dike qeymeqamê Efrînê.”
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen li ser rewşa Efrînê ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hesen got, “Hê jî alozî li Efrînê heye. Piştî guherîna desthilatê, dizî û bûyerên nexwestî yên din zêde bûne.”
Ji Qamişloyê ye
Derbarê qeymeqamê Efrînê Ehmed Hesen wiha anî ziman:
“Kesekî bi navê Mesûd Betal ji aliyê Serokkomarê Semkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ve wekî qeymeqam û kesê yekem ê bajarê Efrînê hatiye diyarkirin û desthilat wergirtiye.”
Li gorî gotina Ehmed Hesen, Mesûd Betal ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û got jî: “Qeymeqamê nû Kurdeyeke baş dizane.”
11ê vê mehê, Bereya Kurdistana Sûriyeyê îro li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir.
Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Destnîşankirina kesekî ji bo birêvebirina Efrînê, di birêvebirina navxweyî de gaveke ne rast e û li dijî bingehên nenavendîtiyê û beşdarîkirina xelkê ye.
Her wiha nîşaneya berdewamiya hizra navendî ya rejîma berê ye.”
Li ser wê yekê Ehmed Hesen got: “Em jî bi federalî û nenavendîtiyê re ne.
Em dixwazin hemû pêkhate bajarên xwe birêve bibin ne ku kesên din, lê ya li qadê ji ya em dixwazin cuda ye.”
Kî Efrînê bi rê ve dibe?
Li ser hêzên Efrînê, ku berê di bin desthilatdariya komên çekdar de bû, Ehmed Hesen ku bi xwe li Efrînê dijî, got: “Niha polîsê xwecihî û polîsê serbazî li Efrînê hene.”
Her wiha Ehmed hesen got, “Ewên polîsê xwecihî ne ji aliyê Şamê ve hatine diyarkirin; ewên serbazî ne ji aliyê komên din ve, ku her du jî li bajêr xwedî heman desthilatê ne.”
Hê jî li Efrînê û derdora wê, komên çekdar ên cuda hene.
Li ser vê yekê Ehmed Hesen got, “Kom piraniya wan hatine dûrxistin lê hê jî li nahiyeyên Raco, Şiyê û gundên Bilbilê hene û desthilatdar in.”