Nuçe

Li Amedê dê ‘Komxebata Perwerdeya bi Zimanê…

Amed (Rûdaw) – Bi pêşengiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê dê 12-13ê Nîsanê bi navê “Di perwerdeya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên heyî, astengî, pêşniyarî” komxebatek were lidarxistin.

Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê bi armanca dabînkirina wekheviya di perwerdeyê û aştiya civakî de dê komxebatê li dar bixe.

Komxebata ku dê 12-13ê Nîsanê li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmedê were sazkirin, bi beşdariya nûnerên saziyan were lidarxistin û li ser medyaya civakî jî were weşandin.

Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê Serhat Kiliç di konferansa çapemeniyê ya ji bo ragihandina komxebatê de axivî û got:

“Em dixwazin di vê komxebatê de nêrînên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê ji perspektîfeke cuda parve bikin û ji herêmê li mijaran binêrin û vê jî bi gelek sazî û kesên cuda re nîqaş bikin.

Em dizanin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, divê hemû partiyên wê civakê û gelên wê xwe bi hemû rastiyên xwe ve bibînin.

Ev rastî çand e, dîrok e, ziman e, heta jiyan bi xwe ye.”

Bernameya komxebatê wiha ye:

Rûniştina Yekem

Qeyd: 09:00-10:00

Axaftina Vekirinê: 10:00- 10:15

Di Hiqûqa Tirkiyeyê de Pirsgirêka Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî: Prz. Muslum DALAR / Baroya Amedê

Di Hiqûqa Navneteweyî û Metnên Wê de Palpiştên Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî: Prz. Serhed HEZER/OHD

Di Serdema Nêz a Tirkiyeyê de Nîqaşên di Qada Polîtîk û Zagonî yên li ser Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî de: Prz. Cemîle TURHALLI

Moderator: Salîha ZORLU

Rûniştina Duyem

Saet: 11:45-13:30

Wekî Azîneyeke Şikandina Zimên, Perwerdeya Bi Yekzimanî: Prof. Dr. Fatma GOK

Asîmîlasyon û Rêbazên Serederîkirina Pê Re: Dr. Dilawer ZERAQ

Li Ser Derûniya Civakî, Bandora Tunebûna Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî: Dr. Azad DILDAR

Moderator: Fatma BUDAK GULER

Rûniştina Sêyem

Saet: 14:30-16:00

Ji Aliyê Wekheviya Zimanan de Bandora Hebûna Mafê Zimên Li Ser Aştiya Civakî:

Cerebeyên Îrlandaya Bakur, Skoçya û Kanadayê: Prof. Dr. Robert Douglas DUNBAR (Zanîngeha Edinburgê)

Cerebeya Herêma Baskê ya Spanyayê: Dr. Paul Bilbao SARRIA

Moderator: Duygu OZBAY

Rûniştina Çarem

Saet: 16:00-17:30

Rewşa Niha Ya Zaravayan (Kurmancî-Dimilî) Li Herêma Me û Polîtikayên Pêşdexistina Wan: Samî TAN û Mamoste Malmisanij

Rewşa Niha ya Zimanên Din (Siryanî) Li Herêma Me û Polîtikayên Pêşdexistina Wan: Serokê Konfederasyona Komeleyên Siryanan Evgîl TURKER

Moderator: Stran JIYAN

Rûniştina Pêncem

Saet: 10:00-11:30

Nêrîneke Rexneyî Li Ser Cerebe û Modelên Cîhanê Yên Li Ser Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî: Zimanzan Haydar DILJEN

Wekî Modeleke Xweser, Modela Perwerdeya Demokratîk: Yildirim ARSLAN

Di Civaka Demokratîk a Li Ser Rista Jina Azad De Perwerde: Fîgen ARAS KAPLAN (Akademiya Jinan)

Moderator: Serwer OZER

Rûniştina Şeşem

Saet: 11:45-16:30

Nirxandina Saziyan û Kursiya Azad

Moderator: Fesîh ZÎREK

Saet: 17:00

Girtin: Parvekirina Pêşraporê



Source link