Nuçe

Li benda encama du kongreyên PKKyê û îhtimala…

Hewlêr (Rûdaw) – PKKyê piştî Kongreya Gulana 2025an got ku dê biryareke “dîrokî” bide, ev jî piştî banga Abdullah Ocalan a meha Sibatê hat.

Kongre li du cihên cuda hat lidarxistin û li gorî rapirsiyekê ji sedî 60ê xelkê Bakurê Kurdistanê piştgiriya vê gavê dikin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Endamekî berê yê serkirdayetiya PKKyê dibêje: “Pêvajoya aştiyê ya îro ji şerê PKKyê yê duhnê çêtir e”.

Şirovekaran tekez kir ku pêvajo ne tenê dê bandorê li ser Bakurê Kurdistanê bike, lê belê ji bo “hemû pirsa Kurd” girîng e.

Bernameya “Ligel Renc” ya Rûdawê ku Renc Sengawî û Dilbixwîn Dara pêşkêşî kir, li ser mijara xwefesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pêvajoya çekdanînê bû.

Halîl Ataç, endamê berê yê serkirdayetiya PKKyê yek ji mêvanên bernameyê bû û got:

“PKK ji bo Kurdan tiştekî çêtir dike, pêvajoya aştiyê ya îro ji şerê doh ê PKKyê çêtir e. Eger PKK di şer de berdewam be, ziyanê dide xwe.”

Piştî banga rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de li ser pêvajoya aştiyê û fesixkirina partiyê, Partiya Karkerên Kurdistanê du kongre li dar xistin û li gorî zanyariyan, PKK dê çekan deyne.

PKK sala 1978an hat damezirandin, sala 1984an çek hilda û niha piştî 41 salan li benda çekdanînê û pêvajoya aştiyê ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, 10ê Adarê behsa hewlên pêvajoya aştiyê kir û pêvajoyê wekî “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror” bi nav kir.

Erdogan derbarê pêvajoyê de got: “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror bi baldarî berdewam e. Em israr dikin ku welatê xwe ji belaya terorê rizgar bikin.

Saziyên me yên îstixbaratê û yekîneyên din ên ewlehiyê ew tiştên ku dikevin ser milên wan dikin”.

Pêvajo di demekê de tê meşandin ku çend aliyan rexneyên tund li desthilatê digirin û raya giştî wiha dişopînin ku goya Hikûmeta Tirkiyeyê zemînsaziyê ji bo belavbûna “terorê” dike.

Kongre û daxwaza xelkê

Birêvebirê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê Ziryan Rojhelatî ku yek ji mêvanan bû û got:

“Li gorî rapirsiyekê, ji sedî 60ê xelkê Bakurê Kurdistanê, piştgiriyê dide xwefesixkirina PKKyê. Şerê PKKyê gihîştiye astengan û ziyanê dide Kurdan.”

Li ser awayê kongreyê, Birêvebirê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê got, “Piştî nêzîkî 70 rojî ji banga 27ê Sibatê ya Ocalan, PKKyê du kongre li dar xistin, sedem jî rewşa ewlehiyê bû.

Yek ji daxwazên wan ew bû ku hemû operasyon bên rawestandin, piştre kongre bikin. Li aliyê din, Tirkiyeyê ewlehî ji bo lidarxistina kongreyê pêk neanî.”

Heta niha tevgera çekdarî encama dawî ya kongreyan neragihandiye û tê gotin ku Ocalan jî bi awayê “online” beşdarî kongreyê bûye.

Li ser vê mijarê Zaryan Rojhelatî got: “Hewce ye ku hemû encam bên yekxistin, paşê bi hûrgilî bên ragihandin.

Ev tê wê wateyê ku encamên cuda hebûn, hewce bû ku guhertin tê de werin kirin paşê bên ragihandin.”

9ê Gulana 2025an, PKKyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di navbera rojên 5 û 7ê Gulanê de, kongreya xwe ya 12an li du cihên cuda û di heman demê de li dar xistiye û tê de “biryareke dîrokî” derxistiye, amaje bi wê yekê jî kiribû ku piştî rêkxistina biryaran, bi daxuyaniyeke fermî naverokê belav dikin.

Du rojan berê, Alîkarê Hevserokê Fraksiyana DEM Partiyê Sezaî Temellî di bernameyeke televîzyonê de ragihand ku hêviya wan bi serkeftina pêvajoya çareseriyê heye, her wiha daxwaz ji hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê kir, destpêşxeriyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê bikin.

10ê Gulanê jî, Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ji Rûdawê re got:

“Li du cihên cuda kongre hat lidarxistin; sê rojan berdewam bû û çend biryar hatine dayîn ku li ser daxwaza Ocalan bûn.”

Şeva înê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê daxuyaniya PKKyê de got: “Rewşa hêza dewletê ya niha, hêsankariyê jî ji bo biryara (xwefesixkirinê) rêxistinê dike.”

Fîdan her wiha amaje pê kiribû ku Ocalan daxwaz kiriye PKK çekan deyne û dawî li karên neyasayî bîne û berê xwe bide siyaseta sivîl.

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Zubeyir Resûl yek ji mêvanan bû û got:

“Niha astengiya sereke ya li pêşiya pêvajoya helweşandina PKKyê nemaye, astengî ew bû ku Qendîl razî nebe, lê ew bi bangê re çûn.”

Dr. Zubeyir Resûl diyar kir ku pêvajoya xwefesixirin û çekdanînê, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, lê belê bandorê li “hemû pirsgirêka Kurdan” dike û got:

“Xwefesixkirina PKKyê di berjewendiya PKK û Tirkiyeyê de ye jî, mimkin e Erdogan gelek tiştan ji vê yekê bi dest bixe.”

Çekdanîn û çarenivîsa çekan

Nivîskar û şirovkar Mistefa Şefîq jî got: “Êdî pêwîst e ku astengiya şerê PKKyê were rakirin. PKKyê kongre li dar xist û gavên pratîk avêtin, topê avêt meydana Tirkiyeyê û dora Tirkiyeyê ye ku gaveke pratîk biavêje.”

Mistefa Şefîq diyar kir ku awayê çekdanîna PKKyê ne zelal e, lê Tirkiye ne amade ye ku ti aliyekî navneteweyî bixe nav pêvajoyê, “ji ber ku Tirkiye vê yekê wekî mijareke navxweyî dibîne; lê dibe ku welatên din bi awayekî nerasterast di nav vê pêvajoyê de bin.”

Mistefa Şefîq ragihand dibe ku pêvajoya çekdanîna PKKyê bi çend qonaxan pêk were û wiha pê de çû:

“Beşek ji bo rayedarên astbilind ên PKKyê ne ku nêzîkî 200 heta 250 kes in, divê welatekî sêyem diyar bikin û herin wir.

Beşeke din, 3000 heta 3500 ji wan endamên PKKyê digire ku beşdarî ti çalakiyekê nebûne û ti sûcek nekirine, dibe ku rê ji wan re bê vekirin ku vegerin Tirkiyeyê lê ev pêvajoyeke tevlihev e.”

Mistefa Şefîq li ser danîna çekan jî wiha got, “Çend cih ji bo wergirtina çekan dê werin diyarkirin, dibe ku yek ji wan cihan Herêma Kurdistanê be.

Pêwîst e di Parlamentoya Tirkiyeyê de gotûbêja vê mijarê bê kirin û zemîn jê re bê amade kirin.”

Halîl Ataç got, “PKK naxwaze piştî çekdanînê ji Herêma Kurdistanê were dûrxistin.”



Source link