Li Dêrsimê nexweşiya tebeqê belav bûye: 10 gund…
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çemişgezekê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşiya tebeqê (şap) li 10 gund û taxên navenda navçeyê karantîna hat ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Çandiniyê ya Çemişgezekê li gundê Dehleyê nexweşiya tebeqê hatiye dîtin û di vê çarçoveyê de tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo rêgiriya belavbûna nexweşiyê, wan 10 gund xistine karantînayê, veterîner şandine wê herêmê û dê hemû ajel bên derzîkirin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku ji ber vê yekê li wan gundan liv û tevgera ajelan ji îro pê ve heta 30 rojan qedexe ye û kesên rênimayan bicih neyînin dê bên cezakirin.
