Li Êlihê ji ber zarokan malbat pev çûn: 9 kes…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê malbat li ser pevçûna zarokan bi hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li Êlihê şeva borî du zarok pev çûn û di pevçûnê de F.O.yê 13 salî bi kêrê birîndar bû.
Piştre di navbera malbatên zarokan de jî nîqaş derket.
Di encamê de malbatan bi kêr û demançeyan êrişî hev kir.
Navbeynkar jî birîndar bû
Di pevçûna her du malbatan de ji her du aliyan 7 kesên din birîndar bûn.
Her wiha kesekî ku xwestibû navbeynkariyê bike jî di navberê de birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Hat zanîn ku derbarê bûyerê de dest bi lêpirsîn hatiye kirin.
